Welatiyên Mêrsînê: Ji bo edalet bê sazkirin piştgirî lazim e 2017-07-05 09:12:35 MÊRSÎN – Li Mêrsînê welatî bi nobetê piştgirî didin Meşa Edaletê. Welatiyan beşdarî çalakiyêbûn wiha got: “Ji bo edalet ji nû ve bê sazkirin divê hemû kes piştgiriyê bide.” Li Mêrsînê jî welatî çalakiya “Nobeta Edaletê” piştgirî didin Meşa Edaletê ya ber bi Stenbolê ve didome. Li bajarê kozmopolît bitabyetî ciwan û jin bêtir piştgiriyê didin çalakiya nobetê. Welatî banga ji nû ve sazkirina edaletê li herkesî kirin. Ji beşdarvanê meşê Ozge Ulusoy diyar kir ku bi boneya ew pêşî li qetilkirina jinan û îstîsmarkirina zarokan bigirin beşdarî çalakiyê bûye û ji bo destkeftiyên jinê neyên destwerdan ev meşa edaletê pêwîstiyek bû ji bo wan. ‘HIQÛQ Û EDALET TOP AVÊTIYÊ’ Ulusoy da zanîn ku di 15 salên desthilatdariya hikûmeta AKP’ê de tundiya li dijî jinê zêde bûye û wiha got: “Ji edalet bê welat divê hemû piştgiriya xwe ji meşê aşkere bike. Welatek di bin OHAL’ê de bi KHK’iyan bê birêvebirin li wî welatî hiqûq û edaletê top avêtiye. Dem dema ji bê edelatiyê re em bêjin bes e. Divê jin jî ji bo jiyanek azad û edalet hin bêtir piştgiriyê bidin çalakiyên ji bo edaletê.” 'DIVÊ HERÎ ZÊDE JIN DESTEKÊ BIDIN’ Ozlem Keskîn jî dengên “Na” yên di referandûmê de bibîr xist û ev tişt got: “Divê ku bi heman awayî xwedî li meşa edaletê jî bê derketin. Pêwîste li Tirkiyê hiqûq, edalet û wekhevî serdest be. Divê ji bo vê jî em têkoşînek hevpar bidin meşandin. Lazim e hemû beşên civakê xwedî li meşê derbikevin.” Jina bi navê Elîf Demîr jî piştgiriya xwe ya ji bo edaletê anî ziman û di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya edaletê. ‘JI BO RAWESTANDINA ÎXRACAN BEDŞAR BIBIN’’ Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ê ŞaxaMêrsînê Yilmaz Bozkurt jî ji bo ku karker û kedkar carek din vegerin ser karê xwe divê bi her awayî piştgirî bidin meş û çalakiyên edaletê. Bozkurt ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di greva birçîbûnê de ne jî banga edaletê kir û xwest ji bo edaletê herkes têkoşîn bide meşandin. Bozkurt anî ziman ku lazime ku ji tiştên tên qewimandin ji herkesi re bibe ders û dive yekîtî bê avakirin.