Dozger: Hilgirtina posterê Ocalan azadiya remanê ye 2017-07-05 09:53:08 AMED - Di mîtîngeke li Amedê de zarokekê 17 salî wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakiribû û ji ber vê der barê wî de doz hatibû vekirin. Dadgehê rakirina posterê Ocalan di çarçoveya azadiya remanê de girt dest û zarokê mijara gotinê beraet kir. Di 31'ê Tebaxa 2016'an de HDP'ê li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyon) mîtînga bi navê "Ji Derbeyê re na Demokrasî a Niha" li darxistibû û zarokê 17 salî M.Î. di mîtîngê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakiribû. M.Î. piştî îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan. Îdianameya ji hêla Serdozgerê Komarê yê Amedê ve hat amadekirin de, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye, heta 5 salan ceza ji M.Î. re dihat xwestin. Hat diyarkirin ku di dîmenan de jî ev hatiye tespîtkirin ku ciwanê 17 salî posterê Ocalan hilgirtiye. DOZGER: RAKIRINA POSTERÊ OCALAN ŞIDETÊ NAHEWÎNE Doza li Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê hat dîtin de, M.Î. sûcê der barê xwe de red kir. Dozgerê rûniştinê der barê dozê de biryara xwe aşkera kir û da zanîn ku hilgirtina posterê Ocalan şidet û cebîrê di nava xwe de nahewîne û der barê M.Î. de birhyara beraetê da. Denîz Tekîn – dîhaber