Kiliçdaroglu: Edalet pêk neyê dê binpêkirina mafan pêk bê 2017-07-05 10:11:41 KOCAELÎ – Meşa Edaletê di roja 21’emîn de destpê kir. Di destpêka meşê de Kiliçdaroglu wiha got: “Ku edaletê bixin bin fermana siyasetê, dê serê Tirkiyê ji belayan xelas nebe. Edalet û demokrasî pêk neyê dê binpêkirina mafan pêk bê.” Meşa Edaletê ya ku ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve didome di roja 21’emîn de ji Korfezê destpê kir. Beriya meş destpê bike Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu daxuyanî da. Kiliçdaroglu carek din bibîr xist ku ew ji bo edaletê li ser riya ne û wiha got: “Me xwest em girîngiya edaletê bi welatiyên xwe bidin fêmkirin. Hikûmet dixwaze feraseta xwe ya edaletê bisipêr e. Ku edaletê bixin bin fermana siyasetê, dê serê Tirkiyê ji belayan xelas nebe. Wê demokrasî pêk neyê binpêkirina mafê mirovan pêk were. Divê ku her kes van baş dizanibe. Divê mirov ne feraseta edaleta xwe bisipêre, pêwîste em feraseta edaleta gerdûnî qebûl bikin.” Piştî daxuyaniya Kiliçdaroglu, korteja ji deh hezaran kes pêk dihat bi belavkirina gulan dest bi meşê kir. Di meşa slogana “Maf, hiqûq û edalet” hat berzkirin de li bendê ye ku 18 kîlometre rê bimeşin.