Pêşbirga Xelatên Musa Anter dest pê kir 2017-07-05 10:55:27 STENBOL - Serlêdana Xelata Şehîdên Çapeniya Azad û Musa Anter dest pê kir. Şartnameya Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter ya sala 2017'an diyar bûn. Îsal 25'emîn Xelatên Musa Anter û Şehîtên Çapemeniya Azad ji aliyê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ve tê dayîn. Saziyên çapemeniyê di çarçoveya kevneşopiya Çapemeniya Azad de ji bo bîranîna şehîtên çapemeniyê û serkeftina rojnamegeriya azad ji sala 1993'an heta niha her sal pêşpirka xelatên Musa Anter û Şehîtên Çapemeniya Azad pêk tîne û xelatan dide rojnamegerên serkeftî. Îsal Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî 25'emin xelata şehîtên çepemeniya azad ji pêk tîne. Xelat dê bi kurdî û tirkî pêk bê. Xelat dê di şaxên nûçeyên Kurdî, Tirkî, nûçeyên Jinê ya Gurbetellî Ersoz, Wêne, Karikaturan de bi giştî di 5 şaxan de pêk bê. Kesên beşdarî xelatê bibin divê berhemên xwe yên piştî 10'ê Îlona 2016'an hatine weşandin bişînin. Serlêdana xelatê heta 10'ê îLona 2017'an didome. Yên xelat qezenç kirine dê di 18'ê Îlona 2017'an de navê wan diyar bibe. Ji bo kesên beşdarî pêşbirgê bibin şert û merc wiha ye: ŞARTNAMEYA 25'EMÎN XELATÊN ROJNAMEGERIYÊ YÊN ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYA AZAD Û MUSA ANTER A 2017'AN GIŞTÎ * Rojnameya Ozgurlukçu Demorasî îsal ji bo Musa Anter û xebatkarên çapemeniya azad ên li ser kar şehîd ketin, pêşbirga “Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter” a her sal tê amadekirin li dar dixe. * Zimanê pêşbirgê bi kurdî û tirkî ye. * Pêşbirk di 5 kategoriyên cuda yên ‘Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêneyê Nûçeyan”, “Karîkatûr” û ‘Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz’ de tê lidarxistin. * Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Kesê dibe yekem xelatê digire. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne. * Beşdar tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekî beşdar bibe. * Ji bo her beşê xelata berhemê 5.000 TL ye. * Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, dê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî liber çavan bên girtin û wisa bên kirin * Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û dê karibin di rojnameyê de bên şewandin. * Divê berhem herî dereng di 10’ê îlona 2016’an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 18'ê îlona 2017'an de bên aşkerakirin. * Pêwiste ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo an jî bi awayek tahaûdî bêne şandin. Ji windabûna berhemên ji bilîvan rêyan, birêyek din hatibinşandin winda bibin, berpirsyar kesê ku berhem şandiye ye. ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ * Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin bicih bînin, dikarin tevli pêşbirkê bibin. * Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nikarin tevli pêşbirkê bibin. Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin dê an nehatibin weşandin û an jî piştî 10’ê îlona 2016’an hatibin weşandin. ** Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de xelat û mansiyon negirtine tevli pêşbirkê bibin. * Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, dê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê. *Ger beşdar berhema ku aydî wî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, dê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpêkiriye bê dayîn. * Hemû beşdar ku berhemên xwe bi şînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin. * Ku berhem nehatibeweşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û demakişandin/xêzkirina wê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV’a tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin. *Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê. ŞERTNAMEYA TEKNÎKÎ Beşên Nûçeyên Kurdî Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên Jinê *Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin. Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin. Wêne * Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin. * Divê berhemên ku di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha bin: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be. * Ku jurî pêwîstî bibîne, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze. * Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê li ber çavan neyên girtin. Karîkatûr * Pêwîst e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin. * Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berhem orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne. *Pêwîst e ku ebadên karîkatûrê A4 (21x29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin. LIJNEYA HILBIJARTINÊ Nûçeyên Tirkî : Ayşe Yildirim, Fatih Polat, Faruk Eren, Îbrahim Varlı, Huseyin Aykol Nuçeyên Kurdî : Fehîm Işik, Gulistan Îke, Hatice Kamer, Semiha Alankuş, Ertuş Bozkurt Nûçeyên Jinê : Ayşe Duzkan, Burcu Karakaş, Mehveş Evin, Mekiye Gorenç, Pinar Ural Wên: : Bulent Kiliç, Mustafa Seven, Nazmi Belge, Ramazan Ozturk, Sebati Karakurt Karîkatur : Gulay Batur, Halil Încesu, Ridvan Bagiş, Sefer Selvî, Dogan Güzel Web : demokrasi30.com E-Posta : demokrasigzt@gmail.com Telefon : (212) 245 0885 - (553) 955 0885 Navnîşan : Taxa Kâtip Mustafa Çelebi Kolana Çukurluçeşme 6/4 Beyoglu, Stenbol Weşanên ji çanda Çapemeniya Azad tên ji sala 1993’yan heta niha Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter didin. Xelat îsal ji hela Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ve tê dayîn