‘Ev der Dersim e, Tuncelî navê komkujiyê ye’ 2017-07-05 11:56:23 DERSIM - 3'yemîn qeyûmê ku tayînî Şaredarê Dersimê kirin, hêj nehat tabela peya kir û li cihê wê "Tuncelî" daliqand, ev yek bû sedema bertekan. Gelê Derismê aşkera kir ku Tunçelî navê komkujiya 38'an e, ew dê tu carî van pêkanînan qebûl nekin. Piştî hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul hatin girtin, li cihê wan qeyûm hat tayînkirin û qeyûm li ku navê Dersimê bibîne jê dibe, li cihê wê "Tuncelî" bi cih dike. Qeyûmê destpêkê Olgun Oner, navê Sûka Binerd a Dersimê wekî Sûka Binerd a Tuncelî, qeyûmê duyemîn Osman Kaymak navê Otogara Dersimê wekî Otogara Tuncelî guhertibûn. Herî dawî bi biryarnameya waliyan re Waliyê Dersimê Tuncay Sonel jî tabelay şaredariyê peya kir û li cihê Dersimê, Tuncelî bi cih kir. Lê welatiyên bajêr li dijî vê yekê bi bertek in. ‘TUNCELÎ NAVÊ KOMKUJIYÊ YE’ Welatiyê bi navê Çayan Karakoyun got ku "Tucelî, navê kumkujiya bi hezaran mirovan a sala 1938'an e" û ji nû ve anîna navê Tunceliyê li dijî wijdan û exlaqê mirovahiyê pênase kir. Karakoyun aşkera kir ku bi avabûna komarê re tê xwestin li Dersimê nasnameya kurd û elewiyan ji holê rakin û wiha axivî: "Hin navên li herêmên kurdan hatibû îadekirin û dibistanên bi kurdî hatibûn vekirin, lê hatin girtin. Ev berdewama qirkirinê ye." Karakoyun aşkera kir ku ev yek berdewama polîtîkaya dewletê ya bê teşe ye. ‘NAVÊ DERSIMÊ ÇIMA HÊJ WAN ACIZ DIKE’ Jina bi navê Dîlan Hanoglu jî destnîşan kir ku dîroka bi êş a Dersimê rastiyeke li holê ye û pirsa "Ev nav çima hêj wan ne rihet dike?" kir. Devran Duman jî diyar kir ku heke guhertinek pêk bê, divê ji gel bê pirsîn û pişt re bê kirin û piştrast kir ku ev ne daxwaza qeyûm tenê ye. Fatma Demîr jî da zanîn ku cihê ew lê dijîn, ji bo wan Mamekî û Dersim e, navê Tunceliyê bi tu awayî wan eleqedar nake. 'YA GIRÎNG EM ÇAWA PÊNASE DIKIN' Ahmet Soylu anî ziman ku bi gihertina tabelayekî rastiya bajêr nade guhertin û wiha pê de çû: "Dersim yek jî mînakên herî girîng a çanda elewiyan e. Ev bi sedan salan nehat guhertin, bi guhertina tabelayeke bê teşe, dê rastiya bajarê me neguhere. Ya girîn em çawa pênase dikin e." Bulent Yuksel jî derbirî ku cîhan vir wekî Dersimê dizane û ew dê di parastina Dersimê de xwedî biryar bin.