Guvercîn: Maîla tekakesî çawa dibe raza dewletê? 2017-07-05 12:31:55 STENOL - 6 rojnamegerên ku nûçeyên Redhackê yên der barê Wezîrê Çavkaniyên Tabî û Enerjiyê Berat Albayrak de kirin nûçe, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin, 3 ji wan di girtîgehê de ne. Parêzerê 6 rojnamegeran Tolgay Guvercîn aşkera kir ku maîlên mijara gotinê yên salên 2000 û Îlona 2016'an e û pirsa "Maîlên şexsî çawa dibin raza dewletê?" kir. Piştî Redhackê maîlên Wezîrê Çavkaniyên Tabî û Enerjiyê Berat Albayrak weşandin, di çapemeniyê de jî nûçeyên wan ji hêla rojnamegeran ve hatin çêkirin, 3 ji wan girtî, 6 rojnameger piştî 191 rojan der barê wan de îdanameya 12 rûpelî ji hêla 29'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat amadekirin. Parêzerê rojnamegeran Tolga Guvercîn da zanîn ku sûcdariyên tên kirin, bê bingeh in. 'MAÎLÊN ŞEXSÎ ÇAWA DIBIN RAZA DEWLETÊ' Guvercîn destnîşan kir ku maîlên Albayrak ji hêla Redhack û Anonysmousê Reckerê ve hatine parvekirin, got ku ev maîl ne aydê dewletê ne, maîlên şexsî ne. Guvercîn bal kişand ser îdianameyê û sûcdariyên wekî "Agahiyên desletê parve kirine" û "ev di asta razên desletê de ne" û wiha got: "Maîlên şexsî çawa dibin 'Raza dewletê.' Maîl ên salên 2000 û 23'yê Îlona 2016'an e. Albayrak di 24'ê Mijdara 2015'an de bû wezîr. Salek dema wî ya wezîrtiyê heye. Ev maîl maîleke şexsî ye." 'KARÊN VEŞARÎ BI MAÎLÊN ŞEXSÎ DIKIN' Guvercîn diyar kir ku gelo razên dewletê li ser maîlên şexsî tên kirin û wiha pê de çû: "Li gorî min di hesabên şexsî de razên dewletê nabe. Dewlet kar û xebatên veşarî li ser maîlên şexsî pêk tîne. Tu rastiya vê yekê tune." Guvercîn piştrast kir ku îdianameya ku hatiye amadekirin, bingeha wê vala ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi deketina îdianameyê re divê Omer Çelîk, Mahîr Kanaat û Tuncay Ogreten serbest bihatana berdan, lê dadgehê biryareke wiha negirt. Belgeyên 'operasyona nelêrêtiyê yên 17/25'ê Kanûnê' ku bûn sedema girtina Kanaat, îro li hemû malperên înternetê de tên dîtin. Ji ber wê girtina rojnamegeran li dijî hiqûqê ye." ‘DIVIYA BÛ OMER EV ROPORTAJ KIRIBÛYA' Guvercîn, anî ziman ku Midûrê Nûçeyan ê DİHA Omer Çelîk bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê" hat girtin, lê di îdîanameyê de jî "propaganda rêxistinê" û "asengkirina pergala Ragihandinê û tunekirina daneyan" hat tawanbarkirin. Guvercîn, da zanîn ku îdîaya sûc hatiye guhertin û wiha got: "Li gorî vê mantiqa darizandinê divê Omer bê berdan. Lê rewşa Omer bi tevahî guhertin û endamtî kirin propagandayê. Xala ku çima nehatiye berdan tune ye. Di vê dosyayê de 3 kes ji propagandayê tên darizandin. Wê demê divê Omer jî bê berdan. Heta ev roportaja ku hûn dikin diviya bû Omer kiribûya." ‘YA TÊ DARIZANDIN ROJNAMEGERÎ YE' Guvercîn, bal kişand ser pîvan û rêgezên Hiqûqa Navneteweyî û wiha got: "Rojnamegerên nûçeyên girîng çêdikin divê ne bên darizandin û ne jî bên girtin. Ji ber xebatên rojnamegeriyê divê tu kes neyên girtin û neyên darizandin. Niha ya tê darizandin xebatên rojnamegeriyê û Rojnamegerî bi xwe ye. Li gorî hiqûqê darizandin û girina rojnamegeran binpêkirina mafan e. Îhlala mafên mirovan e. " 6 ROJNAMEGER TÊN DARIZANDIN Bi fermana Serdozgerê Komarê yê Stenbolê di 25'ê Kanûna 2016'an de, Têkildarî maîlên Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak yên Redhackê Midûrê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Omer Çelîk û nûçegîhan Metîn Yoksû, edîtorê berê yê Dîkenê Tûnca Ogreten, Gerînendeya Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Derya Okatan, Hesabgirê Rojnameya BîrGunê Mahîr Kanaat û Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê Eray Sargin hatibûn binçavkirin. Piştî 24 rojan di bin çavan de man Omer Çelîk, Tûnca Ogreten û Mahîr Kanaat bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî hatin berdan. nûçegîhanê Rojnameya Die Weltê Denîz Yucel jî piştre hatibû girtin. Dozger, der barê 6 rojnamegeran de piştî 193 rojan îdîanameya 12 rûpelî amade kir û 29'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê qebûl kir. Dûniştina doza 6 rojnamegeran dê di 24'ê kanûnê de bê dîtin. Dosyaya rojnamegerê Alman ê Die Weltê Deniz Yucel jî hat cudakirin.