Girtî ji ber 'ewlehiyê' di huneryan de ne! 2017-07-05 12:58:13 DENÎZLÎ - Girtiyên ji Antalyayê sirgûnî Denîzliyê hatin kirin, di rapora ku hat amadekirin de hat gotin ku girtî ji 17'ê Hezîranê vir ve di hunreyan de tên girtin, derman jî nadin girtiyên nexweş. Rayedarên girtîgehê jî ev binpêkirinên mafan wekî "Girtî ji ber ewlehiyê di hucreyan de tên girtin" pênase kir. Di 17'ê Hezîranê de ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê 20 girtî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê kiribûn, hatibû gotin ku girtî di huncreyan de tên girtin. Li ser van agahiyan parêzer Perîhan Uge çûbû girtîgehê. Uge piştî di 4'ê Tîrmehê de bi girtiyan re hevdîtin pêk anî, serî li ÎHD'ê da û reş bi raporekî piştrast kiribû. Di raporê de tê gotin ku nîzama leşkerî li ser girtiyan tê ferzkirin, girtiyên dij derdikevin tên derbkirin. Dîsa tê gotin ku di kartên hikumxwaran de nivîsa "Endamê rêxistina terorê" tê nivîsîn, piştî girtî li dijî vê yekê derdikevin, li ser "PKK" tê nivîsandin. Di dema hevdîtinê de girtiyekî diyar kiribû ku dema bi kamerayan tên lêgerînê, gelekî nazik in, dema kamera tune be, wan bi erdê re kaş dikin û ev agahî jî di raporê de hatin bicihkirin. Hat gotin ku girtiyên li Antalyayê hatine sirgûnkirin hêj di hucreyan de tên girtin. DERMANÊ GIRTIYAN NADIN Di dewama raporê de hat akerakirin ku girtiyê bi navê Îlhan Yukkol ji Girtîgeha Antalyayê hatiye sirgûnkirin, nexweşiya wî ya derûniyê heye, divê bi tena serê xwe nesekine, lê ew jî di hucreyê de tê girtin. Dîsa dermanê nexweşê kronîk Adnan Karataş jî nadinê. Li gorî raporê Karataş sewqî nexweşxaneyê jî nayê kirin. Hat gotin ku Mehmet Yalçin jî ji çavê xwe ne rihet e, berçavkên wî nadinê û wî sewqî bijîşkan jî nakin. Li gorî raporê ji derveyê 19 girtiyên ji Antalyayê anîne, LGBTÎ'yek jî hatiye sirgûnkirin, di dema sirgûnê de ji ber nasnameya xwe piçûk hatiye xistin. Herî dawî di raporê de tê diyarkirin ku girtî ji ber ewlehiyê di hucreyan de tên girtin.