Yildirim: Me di darizandina Yuksekdag de daraza siyasî dît 2017-07-05 13:18:26 ENQERE – Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, têkildarî darizandina Yuksekdag li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî û wiha got: "Parastina Fîgen Yuksekdag hat astengkirin. Dema siyasetmedarên me tên darizandin, em dîbinin ku daraza li hemberî me çiqas siyasî ye. Li hemberî me darazek siyasî heye. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, têkildarî darizandina Hevseroka Gişti ya HDP'ê ya berê ku wekîltiya wê hat xistin li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Yildirim bal kişand ser darizandina Yuksekdag û meşa Edaletê û wiha got: "Yên Tirkiye bi rêve dibin li bendê ne ku ku 2 ciwanên me yên 119 rojin di gerveê dene bimirin. Lê divê êdî em vê yekê ji partiya siyasî ya iktîdare re nehêle. Divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî odeyên pîşeyî bibin yek û li çalakiya wan xwedî derkevin. Têkevin nava tevgere. Ev meseleya me tevan e. Daxwazên wan pir rewa û mirovî ne." 'DUH ME ŞÊNBER DÎT KU DARAZ BÛYE SIYASÎ' Yildirim, bal kişand ser darizandina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag û wiha got: "Yuksekdag duh yekem car derket pêşberî darazê. “Duh hat dîtin ku Yuksekdag çawa rûmeta hemû jinan diparêze. Duh ligel ku hemû odeyên salonê vala bûn û salonên mezintir hebûn, rûniştin li salona 300 kesan çêkir. Kesên bi maşîneyên xwe hatin û xwestin tev li rûniştina dozê bibin maşînê wan hatin girêdan. Li dervê bajar hatin rawestandin û destûr nedan ku têkevin nava bajar. Zêdeyî 20 kesên ku ji Ewropa hatin û xwestin rûniştinê bişopînin hatin astengkirin. Destûr neda çavdêrên Ewropa dozê bişopînin. Me dît ku daraz çawa bûye siyasî û xizmeta siyasetê. " Yildirim, anî ziman ku beriya rûniştinê xwestin li ber AYM'ê daxuyaniyê bidin, lê daxuyaniya wan hat astengkirin. Yildirim, “anî ziman ku bi awayekî keyfî hatin astengkirin û wiha got: "Walîtiya Enqereyê lider dora Kizilayê bê dem biryara qedexeya çalakiyan daye. Yildirim, bal kişand ser pêşnûmeya rêziknameya navxweyî ya meclîsê û anî ziman ku hêj pêşnûme nehatiye rojevê du partî di nava xwe de niqaş dikin û li hev kirine. Yildirim, anî ziman ku ev yek li dijî ahlak e û neviyê welatiyan bi vê pêşnûmayê tê wêdekirin. Yildirim, bal kişand ser meşa Edaletê û anî ziman ku gelek beşên civakê piştgiriyê didin vê meşê û wiha got: "Heta niha min ne bihîstiye ku FETO û DAİŞ’ê piştgirî daye vê meşê."