Qeyûm talebaya bi zimanî suryankî û ermenkî rakir 2016-12-08 12:48:13 AMED - Bîlal Ozkan ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin tabelaya li ser avahiyê ya bi 4 zimanan hatiye nivîsandin, nivîsa ermenkî û suryankî rakir li şûna wî ala tirk bi cih kir. Tabeleya Şaredariya Sûrê ya bi 4 zimanan ên tirkî, kurdî, ermenkî û suryankî hatibû nivîsandin bi fermana qeyûm Bîlal Ozkan ve ji cihê xwe hat rakirin. Li şûna tabeleya ku hat rakirin, ya hatiye daliqandin nivîsên ermenkî û suryankî hatine rakirin û li şûna wan ala tirk li tabelayê hatiye bicihkirin. Di 2012'an de li Şaredariya Sûrê di çarçoveya "Şaredariya Pirzimanê" de jibilî tirkî û îngilizî, bi zimanên kurdî, ermenkî, erebî û suryankî jî xizmet bê dayîn biryar hatibû girtin û tabelaya bi kurdî, tirkî, ermenkî û suryankî li ser avahiya şaredariyê hatibû daliqandin. Dîsa li navçeya Sûrê di çarçoveya biryara ku Meclîsa Şaredariya Sûrê girtiye de li gelek deveran bi tirkî, kurdî, erebî, suryankî, ermenkî tabela hatibûn daliqandin. LÊPIRSÎN HATIBÛ DESTPÊKIRIN Ji ber ku Şaredariya Sûrê tabelaya pirzimanî daliqandibû wê demê Wezareta Karên Hundir lêpirsîn dabû destpêkirin bi hinceta "lêçûnên ji bo tabeleyan" hatibû îdiakirin ku zirar dane şaredariyê. Di encama lêkolînên Mufetîşê Mulkiyeyê ya Wezareta Karên hundir Bulent Savur derketibû holê ku ji ber ku tabela di atolyeya şaredariyê de hatiye çêkirin dosyaya lêpirsînê jî hatibû girtin. Dîsa di 2012'an de li têketina bajar bi tirkî, kurdî, erebî û îbranî tabelaya "Hûn bi xêr hatin bajarê me" hatibû bicikirin jî der barê şaredarê wê demê Abdullah Demîrbaş ê BDP'î re lêpirsîn hatibû vekirin. ŞAREDARIYA PIRZIMANÎ BEREAT KIRIBÛ Di dozên ku li ser hev hatin vekirin de têkîldarî "Şaredariya pirzimanî" Abdullah Demîrbaş, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê yê wê demê Osman Baydemîr, endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê bereat kiribûn. Di dozê de dozger gotibûn ku "Şaredariya Pirzimanî" li dijî Qanûna Tîpan a Tirk muxalafet nîne hemayên sûc nîne û biryara bereatê dabû. QEYÛMKARKERAN JI KAR DERDIXE Li aliyê din Qayûm Ozkan berê jî 4 alîkarên şaredar bi temamê 16 memûrên bi kadro derveyî qada wan a xizmetê 67 karkerên endamên DÎSK'ê ne ji kar derxistibû. Ji 120 karkerên bi peyman dixebitin re jî hatiye gotin ku dê peymanên wan neyê nûkirin. Piştî karkerên ji kar hatin derxistin li şûna wan ji ÎŞ-KUR'ê 120 girtibûn şaredariyê. ODEYA BI ZIRX ÇÊKIR Qeyûm Ozkan ê ku bi cama ku gule derbas neke li odeya xwe kiribû hate rojevê ev tedbîr bes nedît û hate hînbûn ku hemû ode bi diwarên zirxî çêkiriye. Ozkan asansor jî bi sîstema kartê nû kir, li qata ku odeya xwe lê ye camên ku bi sistema kartê vedibe bi cih kir. Avahiya xizmetê ya bi bariyeran di bin dorpêçê de ye jibilî vê jî tîmên taybet 24 saetan li hundir û derveyî avahiyê nobetê digirin.