10 kes li Bedlîsê hatin binçavkirin 2017-07-05 13:45:00 BEDLÎS – Li Bedlîs û 4 navçeyên wê rêveberên HDP û DBP’ê jî hene 10 kes hatin binçavkirin. Polîs û tîmên taybet li navenda Bedlîs û navçeyên wê Tetwan, Xîzan, Mutkî û Xelatê bi ser gelek malan de girt. Polîs û tîmên taybet di serdegirtina malan de rêveberên HDP û DBP’ê jî hene 10 kes binçav kirin. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û 10 kes birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê. Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hevserokê DBP’a Bedlîsê Ercan Guzelkaya, rêveberên rêxisitna navçeya navendî yên DBP’ê A. Samet Aşut û Şeref Gunerî, Hevserokê DBP’a Tetwanê Aydin Tulay, rêvebera HDP’a Mutkiyê Gulhan Bulubardak, rêveberê HDP’a Xîzanê Îsmail Çoban, Rêveberê HDP’a Bedlîsê yê berê Aydin Calp, rêvebera HDP’a Xelatê ya berê Gulîstan Ozdemîr, rojnamger Ugur Yilmaz û welatî Mehmet Çetîn.