ATO: Gazên îsotê dibin sedema mirinê 2017-07-05 14:10:19 ENQERE - Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Vedat Bulut, diyar kir ku li Kolana Yukselê bi mehan e polîs di êrîşan de gaza îsotê davên çalakgeran û ne diyar e di nava gazê de çi heye. Bulut, anî ziman ku gaza îsotê ya li di êrîşan de bikar tînin ji ber maddeyên kîmyewî dibe bibe sedena mirina mirovan. Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Enqereyê têkildarî êrîşa polîsan û mudaxaleya bi gazê ya li Kolana Yukselê li salona ATO civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Serokê ATO Vedat Bulut û Serokê SES'ê yê Enqereyê Husnu Yildirim amade bûn. Bulut, diyar kir ku ji 22'ê Gulana 2017'an heta niha li Kolana Yukselê ji ber mudaxaleya polîsan welatiyên di wê kolanê re derbas dibin û esnafên kolanê tenduristiya wan di ben talûkeyê de ye. Bulut, anî ziman ku polîs li Kolana Yukselê pir zêde gaza îsotê bikar tînin û wiha got: "Bi taybetî gazên kîmyewî ku naveroka wan ne diyar e ji ber maddeyên kîmyewî tenduristiya mirovan di talûkeyê de ye. Mirovên ji ber gazê dikevin bin bandorê di sistema nefesê de pirsgirêk çêdibe. Hat tespîtkirin ku tenduristiya wan welatiyan di xeterê de ye û gelek nexweşiyên sistema nefesê bi wan re çêbûye. Li ser fîşekên gazê yên CS (chlorobenzalmalonomitrile) maddeyên kîmyewî hatine dîtin û zerarê diden tenduristiya mirovan. Li gel vê yekê dîroka wan a dawî derbas bûye. Bulut, herî dawî anî ziman ku ji ber maddeyên kimyewî yên di tupê gazê yên li pişt polîsan gelek nexweşî çê dibin. Divê aşkere bikin ku di nava wan tupan de kijan model gaz heye. Ev gazên di tupan de zerarê dide dil û sîstema nefesê. Gumana rê li pêş mirinê veke jî heye. " Serokê Şaxa SES'ê yê Enqereyê Husnu Yildirim jî anî ziman ku bi mudaxale û tundiya li Kolana Yukselê pirsgirêk nayê çareserkirin. Yildirim, anî ziman ku bi van mudaxaleyan mafê zagonî yên mirovan tê îhlalkirin.