Malbatê piştî 4 mehan cenazeyê zarokê xwe wergirt 2017-07-05 14:29:49 AMED – Endamê HPG’ê Serkan Yeler ê li Licê jiyana xwe ji dest dabû û li Goristana Bêkesan hatibû definkirin. Malbatê piştî 4 mehan cenazeyê kurê xwe wergirt. Endamê HPG’ê Serkan Yeler (Sekvan Tolhildan) di 8’ê adarê de li navçeya Licê ya Amedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Bêyî agahî bidin malbatê cenazeyê Yeler li Goristana Bêkesan a Amedê hatibû definkirin. Li gel ku malbatê mînaka xwînê ji bo testa DNA dabû Saziya Tipa Edlî jî 4 meh şûn ve teşhîs kir. Yeler, di sala 1991’an de li navçeya Melazgira Mûşê hat dinê û di 2013’an de tevlî PKK’ê bûye. Cenaze ji aliyê ekîba Midûriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat derxistin û radestî malbatê kirin. Malbatê cenazeyê zarokê xwe bir gundê Qarakoy a Milazgirê. Hevseroka DBP’a Amedê Rûken Akça, rêveberên HDP û DBP’ê jî li gel malbatê amade bûn. Birayê Yeler, Bayram Yeler li dijî definkirina cenaze ya li Goristana Bêkesan bertek nîşan da û got: “Ev nêzîkatiyek barbarî û li dijî mirovahiyê ye. Em vê pêkanîna dij mirovane û faşîst qebûl nakin.”