Biryara dewrkirinê betal bû, tehscîl hêj li xezînê ye 2017-07-05 15:04:56 NAVENDA NÛÇEYAN – Komîsyona Parvekirin û Tasfiyeyê ya Dewrkirinê ya Waliyê Mêrdînê di sala 2014'an de gelek dêr û milkên sûriyaniyan dewrê Serokatiya Karên Diyanetê kiribû, biryar di vê der barê de hat betalkirin. Hat gotin ku tescîl hêj li gel Xezîneyê ye. Piştî Komîsyona Parvekirin û Tasfiyeyê ya Dewrkirinê ya Waliyê Mêrdînê xwest gelek cih, dêr û warên sûriyaniyan dewrî Serokatiya Karên Diyanetê bike, ji gelek beşên civakê bertekên tund derketibûn pêş, li ser vê komîsyon ji nû ve kom bû. Heman komîsyonê roja Duşemê biryareke nû girt û karên tahsîlê betal kir, ji bo pirsgirêk bê çareserkirin pêwîstî bi guhertina qanûnî dît û heta guhertin pêk bê, dê ev biryara nû derbasdar be. Li gorî biryarê dewrkirina dêr û manastiran a ji bo Serokatiya Karên Diyanetê hatiye betalkirin, lê tescîl hêj li ser Xezînê ye. Ev rewş ji hêla Serokê Weqfê Kuryakos Ergun ve jî hat piştrastkirin. Ergun aşkera kir ku biryar hatiye betalkirin, lê biryara tescîlê hêj li cihê xwe dimîne, Ergon xwest tapûya dêr, manastir û goristanan bidin weqfê. Ergon got ku ew dê têkoşîna xwe ya hiqûqî jî berdewam bikin.