'We milê min girt, lê hûn nikarin rûmeta min bigirin' 2017-07-05 15:22:41 ENQERE - Çalakya "Em karê xwe dixwazin" ya li Kolana Yukselê di roja 239'an de berdewam dike, polîsan êrîşê kedkaran kir û Erdogan Canpolat binçav kir. Saçilik da zanîn ku sûcê herî mezin ê li Tirkiyeyê rojnamegerî ye û wiha got: "We milê min ji min girt, lê hûnê nikarin rûmeta min bigirin." Berxwedana kedkaran a li Kolana Yukselê 239 roj li pey xwe hişt. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Sîncanê hatiye destpêkirin di roja 119'an de ye, çalakiya li Koçeya Karanfîlê ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hatiye destpêkirin, berdewam kir. Di çalakiya îro de Velî Saçilik ji ber ku polîsan sermila wî şikandibû, bi pêçayî hat çalakiyê. Erdogan Canpolat ê ji kar hat avêtin û li Meletiyê dest bi çalakiyê kir, dîsa îro hat binçavkirin. Polîsan jî bi mertalan Kolaya Yukselê ji çalakvanan re girt û nehişt çalakvan derbasî kolanê bibin. Kedkarên cemaweriyê xwestin li cihê lê ne daxuyaniyê bidin û pankarta "Çalakya greva Nuriye û Semîh di roja 119'an de ye, bila Nuriye û Semîh vegerin karê xwe" hat vekirin. Bi daxuyanî dayînê re polîsan êrîşê çalakvanan kir û pankart qelişand. Polîsan çalakvan bi erdê re kaşkirin û heta dawiya kuçeyê birib, Erdogan Canpolat hat binçavkirin, Velî Saçilik li cihê xwe daxuyanî da. Saçilik aşkera kir ku sûcê herî mezin li Tirkiyeyê rojnamegerî ye û pirsa "Waliyê Enqereyê vê rayeyê ji ku digire" kir. Saçilik da zanîn ku daxuyanî mafekê wan ê makeqanûnî ye û piştrast kir ku ji ber ku hevrêyên wan Nazîfe Onay çalakî kişandiye hatiye binçavkirin. Saçilik destnîşan kir ku di 5'ê Tîrmeha 2000'î de li Girtîgeha Burdurê milê wî hatiye qutkirin û wiha pê de çû: "Berxwedana me ya li dijî polîsan xwedî rûmetê ye, min ji wan re got we milê min girt, lê hûnê nikaribin rûmeta min bigirin."