100 hezaran Efrînî li dijî êrîşên Tirkiye meşiyan 2017-07-05 15:38:35 EFRÎN – Bi sed hezaran gelê Efrînê li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê rabû ser piyan û meşiyan. Gelê Efrînê peyama parastina axa xwe da. Li dijî bajarê Efrînê di rojên dawî de êrîşên Tirkiye jî zêde bûn. Îktîdara AKP'ê amade dike ku Kantona Efrînê dagir bike. Leşkerên TSK'ê yên li ser sînorê Efrînê hatiye bicihkirin çend roj in bi topan êrîşî Efrînê dike. Ji ber vê êrîşê sivîlên Efrînî jiyana xwe ji dest didin. Gelê Efrînê jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê rabû ser piyan. Bi sed hezaran kes meşiyan û bertekên li dijî êrîşên Tirkiye anîn ziman. Sed hezaran bi pankart û siloganan diyar kirin ku dê li dijî dagirkeriyê û êrîşan parastina kantona xwe bikin. Gel ji gund û bajarokên derdora Efrînê serê sibehê herikîn navenda Efrînê. Bi sed hezaran kes kom bûn û meşiyan. Di meşê de hemû saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê bi rengê xwe tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêberê PKK Abdullah Ocalan û alên YPG, YPJ û QSD’ê jî hatin hildan. Hêzên asayîşa Efrînê jî şopandin û li derdora gel parastinê kirin. Ji 7 salî heta kal û pîran di refên meşê de cih girtin. Meşa ku di nav kolanên Efrînê de berdewam kir dê li ber Stadyuma 19’ê Tîrmehê bi dawî bibe û li vir axaftin bên kirin.