'Dewleta tirk dixwaze çand û aboriya gelan têk bibe' 2017-07-05 15:43:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera Rêveberiya Xweser a Demokratîk Sînem Mihemed da zanîn ku armanca êrîşa dewleta tirk ên li dijî Efrînê û Şehbayê, têkbirina ewlehiya hundirîn û ruxandina tevgera aborî û çandên li herêmê ye. Di serî de hemû pêkhatiyên li rojavayê Kurdistanê û gelê kurd li dijî mudaxaleyeke li hemberî Efînê bi hêrs e. Nunera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Ewropayê Sînem Mihemd têkildarî êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê û koçberkirina welatiyên ji herêmên Şehbayê ji ANHA'ê re nirxand. Mihemed aşkera kir ku êrîşên dewleta tirk gelek gundên li ser sînorî ruxand, malê welatiyan wêran kirin, beşeke zêde ya zeviyên welatiyan şewitandinne û bi ser de jî sivîl hatine qetilkirin. Mihemed destnîşan kir ku Efrînê her dem bi saya tekoşîna şervanan li hember êrîşan bûye kelem û wiha axivî: "Gelê Efrînê deriyê xwe ji koçberên ku ji şerê Sûriyeyê reviyan re vekir û bû stargeha hemû pêkhateyan. Lewma niha bi vê rengîniya xwe bûye nimuneya jiyana bi ewle.” Sînem Mihemed piştrast kir ku dewleta tirk ewlehiya herêmê û pêşketina aboriyê hedef digire, dixwaze gelê kurd neçarî koçberiyê bike û nasnameya wê ya çandê tune bike. Mihemed wekî mînak jî polîtîkaya li herêmên Babê û Cerablusê da nîşan û aşkera kir ku dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne.