Çêkirina goran ‘sûc’ hat dîtin 2017-07-05 16:11:28 WAN – Îdanameya Hevşarêdarê Wanê Bekîr Kaya û 7 kesên din amade bû. Di îdanameyê de çêkirina goran, tev li bûna cenazeyan, protestokirina qeyûm û alîkariya bi xizaniyê re wek sûc hat dîtin. Îdanameya Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya jî ku di nav de heye ya derbarê xebatkarên şaredariyê Çetîn Çîftçî, Cuma Koyluoglu, Zelal Tanli, Mehmet Halîm Eryigît, Can Tayan, rêveberên MEYA-DER’ê Îdrîs Şaybak û Nerîman Urar ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hat amade kirin bidawî bû. Îdaname ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdanameyê de çêkirina goran, tev li bûna cenazeyan, protestokirina qeyûm û alîkariya bi xizaniyê re wek sûc hat dîtin. PROTESTOKIRINA QEYÛMÊ SÛC E! Di îdanameyê de angaşt bû ku protestoya li dijî qeyûman ji aliyê Hevşaredar Kaya ve hatiye amadekirin. Her wiha di îdanameyê de angaşt bû ku daxuyaniya rêveberê PKK Murat Karayilan a di derbarê qeyûman de jî wek “referans” hatiye nîşandan. CARA EWIL DERDIKEVIN PÊŞBERÎ DADGER Daneşîna ewil a doza Kaya û 7 kesên din dê di 8’ê îlonê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Kaya û yên pê re dê piştî 10 mehan şûn ve cara ewil derkevin pêşberî dadger. Hevşaredar Kaya di mijdara 2016’an de hat girtin û ji wê demê heta niha li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin. Piştî Kaya hat girtin rayedarên hikûmetê, waliyê bajêr wek qeyûm tayînî şûna wî kiribûn.