Di bin çavan de îşkence li jina 9 meh ducanî kirin 2017-07-05 16:24:18 ÎZMÎR - Polîsan di 3'ê Tirmehê de li Mêrdîn û Îzmirê hemwext bi ser malan de girtin û 13 kes binçavkirin. Di nava 13 kesên hatin binçavkirin de jina 9 meh ducanî Zara Koç, tevî janê ducaniyê nebirin nexweşxaneyê. Koç, ku janê wê zêde bûne, kurdiyê nadin wê û di bin îşkenceyê de tê girtin. Polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê li navçeyên Torbali, Selçuk û Mêrdînê di 3'ê Tîrmehê de bi ser gelek malan de girt û 13 kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, nehat zanîn çima hatine binçavkirin. Ji 13 kesan 12 kes li miduriyeta polîsan a Îzmirê tên girtin. 12 kesên li midûriyeta polîsan wiha ne: "Mehmet Ali Koç, Mehmet Emin Koç, Mahmut Koç, Hevsera Bekir Koç a 9 meh ducanî Zara Koç, Habibe Aksun, Esma Koçhan û hevserê wê İmran û birayê wê Mahmut Koçhan, Ahmet Çiçek, Mariyet Çiçek, Mehmet Ehmet yê Sûriyeyî û Abdulkadir Aksu hatin binçavkirin. Agahî ji Bekir Koç nayê girtin. Malbata Koç, diyar kir ku rayedarên midûriyeta polîsan agahî neda wan. QÊRÎNA WÊ LI HEMÛ TAXÊ BELAV BÛ. Hevsera Abdulkadir Aksu yê di bin çavan de Fatma Aksu, diyar kir ku polîsan bi ser mala wan de girt û hemû alavên malê tev li hev kirin û wiha got: “Hevserê min û Mahmut bi lêdan û pêhnan binçavkirin. Destê wan ji pişt ve kelepçe kir û serê wan daxist xwarê. Bi lêdanê ew binçavkirin. Gotin 'Hûn çiqas bi axivin em dê bêtir li we bidin' û gef li wan xwar. Qêrîna wan li hemû taxê belav bû. Niha di çi halî de ne em nizanin. Mêvanê me nexweşê tansiyonê bû. Meda me pirsî polîsan got "Ma em doktor in" û gef li me xwarin" JINA 9 MEH DUCANÎ DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE YE Aksu diyar kir ku Zara Koç 9 meh ducanî ye û li gel vê yekê di bin çavan de tê girtin. Aksu, anî ziman ku polîsan bêyî janê Zara Aksû li ber çavan bigirin ew binçav kirin û wiha got: "Esma jî nexweş bû û derman dixwar. Di bin çavan de dermanê wê nedan wê. Niha halê wê çiye em nizanin. Zaroka Esma ya 3 mehî bê şîr her dem digirî. Di 4'ê Tîrmehê de em çun TEM'ê me bi Zara Koç a 9 mehî re hevditin kir. Rewşa Zara pir xerab bû. Bê navber janê wê zêde dibûn. Zara got "Her dem jan û êşê min zêde dibin. Ez nebirim doktor. Min kursî xwest da ku rûnêm, lê kurdî jî nedan min. Her dem li ser piyan im. Rewşa min pir xerab e.' Zara hindik maye zarok bîne dinê. Kijan wîjdan qebûl dike." Prz Mehmet Bayraktar, jî diyar kir ku çû midûriyeta polîsan û xwest hevdîtinê bike, lê bi hinceta dosyaya veşarî destûr nedane ku bi kesên hatine binçavkirin re hedîtin bike.