Mudaxaleya li dijî darizandina Yuksekdag birin Meclisê 2017-07-05 16:40:40 ENQERE - Astengiya awarte ya li dijî darizandina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag birin Meclisê. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş pirsa "Pştî dadgehê navber da, bi wezîran re bi rêya telefonê axivî an na?" li Yildirim kir. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, astengkirina darizandina Fîgen Yuksekdag bir Meclisê. Ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim bibersivîne pêşnûmepirsek nivîskî da û ev tişt hat gotin: "Hezar 78 parêzerên ku xwestin Fîgen Yuksekdag li dadgehê temsîl bikin, ketina wan a Enqereyê hat asgengkirin; heyeta parêzeran a ji Stenbolê derketin rê, maşîneyên wan di derketina Stenbolê de hatin girêdan û ceza li maşîneyên taybet birîn. Dîsa rêveber û berdevkên partiyê yên ji Konyayê ketin rê, hatin astengkirin, welatiyên ji bo dozê bişopînin negirtin dadgehê. Dîsa daxuyaniya parêzerên Fîgen Yuksekdag a li ber AYM'ê hat astengkirin. Dîsa parêzerên xwestin Yuksekdag biparêzin, ji derveyê 3 kesan hemû daxwaz hatin redkirin. Dîsa ji bo doza birêz Yuksekdag bişopînin, gelek heyetên biyanî xwestin tev li dozê bibin, lê ji vê yekê re jî tehmûl nekirin. Di serî de wekîl, parêzer û gelek kesên xwestin dozê bişopînin, her çendî ji hêla partiya me ve hatin ragihandin jî heyeta dadgehê tenê 5 kes girtin hundur. Di dema dozê de li ser telefonekê, heyeta dadgehê 15 deqan navber da dozê, piştre ketina hemû heyetên biyanî ya dadgehê hatiye astengkirin. Heyeta dadgehê li ser vê xisûsê, diyar kir ku wan bi Wezaret û Wezîreta Karên Hundur re hevdîtin kiriye, wezaretê destûr neda ye. Dîsa mijareke din di dema dozê de 40 hêzên ewlehiyê û polîsêne sivîl di cih girtine û di dozê de rewşeke awarte dihat dîtin. Lê di rastiyê de rûniştin ji gel re vekirî ye û kê/î bixwaze dikare dozê bişopîne Lê gelek heyetên biyanî û welatî negirtin hundur."