Rojnameger Yildiz û Karakaş hatin berdan 2017-07-05 21:25:45 EDENE - Xebatakarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Leyla Yildiz û Mûrat Karakaş ku duh êvarî li Ceyhanê hatibûn binçavkirin, bi "şertê venêrîna edlî" hatin berdan. Xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Leyla Yildiz û Murata Karakaş ku duh êvarî li Ceyhana Edeneyê bi hinceta li se rwan kovara hene ji aliyê polîsan ve hatibûn rawestandin û binçavkirin. Piştî karên ku muduriyeta polşsan Yildiz û Karakaş sewqî Edliyeya Ceyhanê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê dikin" bi daxwaza girtinê Yildiz û Karakaş sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi "şertê venêrîna edlî" Yildiz û Karakaş berda.