Germahiya zêde xizanan ber bi mirinê ve dibe 2017-07-06 09:08:58 EDENE - Li Edeneyê xizanên ku li dijî germahiya hewl didin xwe hênik bikin, dema qenal an jî golekê bibînin xwe davêjinê û bi vî awayî bi mirinê re rû bi rû dimînin. Di 14 salên dawî de 273 kes fetisîn. Li Edeneyê ji ber germahiyeke zêde mirov nikare bêhnê bistîne. Ji ber vê yekê gelek kes bajêr diterikînin û berê xwe didin cihên bilintir. Lê welatiyên ku derfetên wan tune ne jî, ji dêvla hawiz û behrên ji bo wan buha ne, hewl didin li qenalên avê yên aîdî Karên Avê yên Dewletê (DSÎ), Çemê Seyhanê û Gola Bendava Seyhanê ku bi her awayî talûkeyê didin der xwe hênik bikin û ji ber vê her havîn gelek kes dimirin. DI 14 SALÊN DAWÎ DE 273 KES FETISÎN Li gor daneyên DSÎ, Walîtiya Edene, cendirme û muduriyeta polîsan; di gol û qenalên avê de di sala 2008'an de 21, di 2009'an de 23, di 2010'an de 21, di 2011'an de 27, di 2012'an de 32, di 2013'an de 34, di 2014'an de 40, di 2015'an de 27, ji Hezîrana 2016'an heta niha jî 32 kes fetisîne. Her wiha di navbera 2003-2016'an de li 49 bajaran jî bi giştî 922 kes fetisîne û ji van bajaran Edene di rêza yekemîn de ye. Di 14 salên dawî de li bajêr 273 kes fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Ji bo vê yekê emniyetê tenê broşur amade kirine û carinan î jçend caran li dora qenalên DSÎ û çeman diçin û tên. DSÎ jî li van cihan caxan bi cih dike û lewheyên hişyarkirinê bi cih dike. Bi lewheyên ku li ser "Ketina Avê Xetere û Qedexe ye" nivîsandî û li ser pir û caxan hatine bicihkirin tevdîr tên wergirtin. Zarok diçin qenalên avê û bi caxên piran radipelikin û xwe davêjin avê. Kesên van lewheyên hişyariyê esas nagirin carinan bi rewşên zor û zehmet re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî gelek kesên bi avjeniyê nizanin li ber avê diçin û jiyana xwe ji dest didin. ‘JI BER EM NIKARIN TÊKEVIN BEHRÊ Û HEWIZÊN BIPERE...' Narîn Nar, diyar kir ku ji ber hewa zaf germ e ew ji mecbûrî xwe dixin qenala avê ya DSÎ'yê û bi vî awayî xwe hênik dikin. Nar, got ku ji ber ew nikare biçe behrê û hawizên bipere ew dikeve qenalên DSÎ'yê. Nar wiha axivî: "Qenal qirêjî ye, lê ka em çi bikin. Di van qenalan de her roj zarokek dimire. Em jî herî zêde dikevin vê qenala biçûk û xwe hênik dikin." Kesê ku got navê wî Mehmet e jî wiha got: "Tiştek nabe. Kesên bi avjeniyê nizanin difetisin." Mûstafa Ay jî anî ziman ku qenala mezin talûke ye, ew herî zêde dikeve qenala ku nîv metre ye û wiha got: "Qenal talûke ye. Li gel talûkeya mirinê heye jî ciwan xwe hênik dikin."