Mirina Mehmet Denîz dê ji nû ve bê lêpirsînkirin 2017-07-06 09:10:18 WAN - AYM'ê der barê mirina Mehmet Denîz ku di sala 2008'an de li Erdîşê bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dabû, biryara ji nû ve destpêkirina lêpirsînê da. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), der barê mirina Mehmet Denîz ê di 5'ê Adara 2008'an de piştî çalakiya Roja Jinan hatibû derbkirin û jiyana xwe ji dest dabû, biryara ji nû ve destpêkirina lêpirsîn da. Dema polîsê bi navê S.B. ku 5 salan bi awayekî negirtî dihat darizandin û di sala 2013'an de beraet kir, parêzerê dozê îtiraz kir. Piştî ku îtiraz hat retkirin, parêzer serî li AYM'ê da û AYM bi hinceta "Lêpirsîneke çalak nehatiye meşandin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin" biryara ji nû ve destpêkirina lêpirsînê da. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê lêpirsîn ji nû ve da destpêkirin. ÎŞKENCE Û DERBKIRIN HATIBÛN PESENDKIRIN Parêzerê dozê Baran Bîlîcî pêvajoya darazê nirxand. Bîlîcî, dest nîşan kir ku bi raporan eşkere bûye ku Denîz di dema binçavkirinê de hatiye derbkirin û îşkencekirin û wiha got: "Me di sala 2008'an de der barê vê rewşê de gilî kir. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê di sala 2009'an de der barê polîsekî de lêpirsîn da destpêkirin. Di sala 2011'an de jî doz hat vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê jî piştî 2 salan yanî di sala 2013'an de biryar da. Der barê polîs de biryara beraetê da." PIŞTÎ BIRYARÊ SERÎ LI AYM'Ê DAN Bîlîcî, anî ziman ku wan di sala 2013'an de serî li Dadgeha Îstinafê ya Herêmê daye û wiha got: "Piştî biryara teqezbûyî ya temyîzê me serî li AYM'ê da. AYM jî di sala 2016'an de diyar kir ku li gor madeya 7'emîn a Qanûna Bingehîn mafê jiyanê hatiye binpêkirin û her wiha lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û biryar da ku dosye hatiye binpêkirin. Di ser vê biryarê de salek derbas bû. Lê çend roj berê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê ji nû ve lêpirsîn da destpêkirin." LÊPIRSÎN JI NÛ VE HAT DESTPÊKIRIN Bîlîcî, dest nîşan kir ku doz ji nû ve hatiye destpêkirin. Bîlîcî got ku îfadeyên şahid û mexdûran ji nû ve hatine stendin. Bîlîcî, dest nîşan kir ku divê lêpirsîneke baş bê kirin û kiryar bên cezakirin. ‘HEKE POLSÎ BÊ CEZAKIRIN DÊ EV BIRYAR BIBE BIRYAREKE EMSALÎ' Bîlîcî, "qezayên wesayîtên zirxî" yên di demên dawî de li herêmê zêde bûn jî bi bîr xist û got ku dê dosye di vî warî de bibe dosyeyeke emsalî û wiha domand: "Wek tê zanîn li herêmê êdî sepandinên bêcezatiyê hene. Bi taybetî di dosyeyê hêzên dewletê de ya biryara neşopandinê tê dayîn an jî biryara beraetê û der barê kiryaran de lêprisîneke çalak nayê meşandin. Em dixwazin ev dosyeya me ji bo dosyeyên din bibe dosyeyeke emsalî. Heke polîsê ku bû sedema mirina muwekîlê min bê cezakirin dê ev bibe biryareke emsalî." ‘HEKE ENCAM JÊ DERNEKEVE EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN' Bîlîcî, dest nîşan kir ku lêpirsîn didome û wiha got: "Niha beyanên şahidan tên wergirtin. Hêviya me ew e ku piştî lêpirsîna dozgeriyê sûcdar bên cezakirin. Heke encameke erênî jê dernekeve em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin." ÇI BÛBÛ? Li Erdîşa Wanê di 5'ê Adara 2008'an de bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyek hatibû lidarxistin û piştî çalakiyê bûyer qewimîbûn. Mehmet Denîz jî di nav de 108 kes hatibûn binçavkirin. Hêzên dewletê di bin çavan de îşkenceyê li Denîz dikin û ji ber derbên li serê wî ketin jiyana xwe ji dest dabû. Di raporên nexweşxaneyan de jî ev îşkence derketibû holê. Piştî bûyerê der barê polîsê bi navê S.B. de doz hatibû vekirin. S.B. 5 salan bi awayekî negirtî hat darizandin û paşê di sala 2013'an de beraet kir.