'Mayin jî nikarin pêwendiya dil qut bikin' 2017-07-06 09:10:57 RIHA- Mehmet Alî Çaglar ku li Gundê Elîzêrê yê Pirsûsê yê li ser sînorê Kobaniyê ye çêbûye, mezin bûye û meletiyê dike wiha got: "Heke mayinan jî bi cih bikin, têlên bi cilêt jî raxin, dîwar jî lê bikin dê nikaribin pêwendiya me ya dilî qut bikin." Kurdên ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi nexşeyên serdestan ji hev hatin veqetandin, niha jî bi dîwarên li ser sînoran tên çêkirin tê xwestin ku vê carê bi temamî ji hev bên veqetandin. Tirkiye li temamiya sînorê Tirkiyeyê 911 kîlometre dîwar lê kiriye û bi van dîwaran dixwaze ku xizmên hevdu yên li her du aliyên sînor ji hev veqetîne. Tirkiye di navbera Kobanî û navçeya Pirsûsê ya Rihayê de dîwar lêkiriye û bi vî awayî li gelek gundan xizmên hevdu ji hev veqetandine. Niştecihên Gundê Elîzêrê yê girêdayî Pirsûsê ku li ser sînor e, diyar kirin ku wan û xizmên xwe keç dane hevdu û beriya dîwar jî kêm zêde wan pêwendî bi hevdu re datanî, lê belê bi dîwar re êdî pêwendiya wan bi temamî hatiye qutkirin. QAÇAXÎ NE TERCÎHEK E, MECBÛRIYET E Mehmet Alî Çaglar ê 70 salî ku li Gundê Elîzêrê çêbûye, mezin bûye û niha meletiya gund dike, dest nîşan kir ku bi milyonan mesref li vî dîwarî hatiye kirin, lê belê bi van milyonan rewşa gelê herêmê dê pêşketana û dê bi vî awayî wê qaçaxiya ku wek bahane tê nîşandan jî biqediyana. Çaglar, diyar kir ku ji bo gelê herêmê qaçaxî ne tercîhek e, mecbûriyetek e û wiha got: "Ji ber ku av tune ne çandinî ne jî sewalvanî tê kirin. Ji bo debara malbata xwe bikin berê xwe didin mirinê." Çaglar, dest nîşan kir ku di televîzyonan de tê gotin ku av hatiye Deşta Pirsûsê, lê belê ew 70 sal e li vî gundî ye dev ji çandiniyê berde, ji bo vexwarinê jî ew bi zorê avê peyde dikin. Çaglar, anî ziman ku sînor zaf wan êşandiye û wiha axivî: "Di salên 1960'î de leşkerên ku nikaribûn rê li ber qaçaxiyê bigirin, li gundan bi awayekî komî îşkence li gundiyan dikirin û ji ber van îşkenceyan gelek mirov seqet diman." Çaglar, diyar kir ku hemû kesên li her du aliyê sînor dijîn xizmên hev in û wiha got: "Heke mayinan jî bi cih bikin, têlên bi cilêt jî bi cih bikin, dîwar jî lê bikin dê nikaribin pêwendiya me ya dilî qut bikin."