'Ji bo malbat nas nekin, cenazeyan perçe dikin' 2017-07-06 09:11:40 MELETÎ - Nûnerê MEYA-DER'ê yê Meletiyê Yûsûf Bûlût, anî ziman ku li ser piraniya cenazeyên YPG, HPG û YPS'iyên ku tînin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê şopên îşkenceyê hene. Bûlût, destnîşan kir ku li ser cenazeyan şopên şewatê hene û gelek jê nayên naskirin. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Meletiyê Yûsûf Bûlût, anî ziman ku li ser cenazeyên YPG, HPG û YPS'iyên ku di demên dawî de tînin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hin daneyên ku kîmyasal hatiye bikaranîn hene û cenaze hatine texrîbkirin. Bûlût, diyar kir ku wan gelek caran serlêdan kirine lê belê bi tu awayî cenaze nîşanî wan nedane. Bulut got ku li gor agahiyên ku wan ji malbatan wergirtine li ser gelek cenazeyan şopên îşkenceyê hene. GUMANA KÎMYASALÊ Bûlût, anî ziman ku malbat ji bo wergirtina cenazeyên xwe tên Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, lê belê bi rojan tên rawestandin. Bûlût wiha axivî: "Dema malbat cenazeyan dibînin, dibêjin ku cenaze hatine texrîbkirin. Me ev rewş gelek caran ragihand dozgeriyê. Lê belê me tu encam wernegirtin. Me xwest em cenazeyan bibînin, lê nîşan nedan. Ev jî agahiya ku kîmyasal hatiye bikaranîn piştrast dike. An jê ji bo çi nîşanî me nadin?" 'MALBAT CENAZEYAN NAS NAKIN' Bûlût, agahiyên malabatên ku tên saziya tuba edlî dane wiha rêz kirin: "Dibêjin ew zarokên xwe nas nakin, piraniya cenazeyan hatine şewitandin û bi awayekî zêde hatine texrîbkirin. Ji ber vê piraniya malbatan cenazeyên xwe nas nakin. DNA'yê didin û diçin. Paşê dema encam diyar dibin tên cenazeyên xwe werdigirin. Tê gotin ku hin jê nêviyê ser çavên wan tune ye, hin jê ji ber şopa dema welidînê hatiye windakirin nayên naskirin. Herî dawî 3 cenaze ji Semsûrê anîn û min jî ew cenaze dîtin. Di kîsekî de perçekirî bûn. Gotin 7 cenaze anîne. Lê belê hin malbatan cenaze nas nekirin. Ji xwe yên din ne cenaze bûn, perçe bûn. Li dest û lingên wan şopên şewitandinê hebûne. Gumana malbatan ew e ku kîmyasal hatiye bikaranîn." 'BI ROJAN MALBAT TÊN SEKINANDIN' Bûlût, anî ziman ku her çi qas tên teşhîskirin jî hin malbat bi rojan nikarin cenazeyên xwe wergirin û wiha got: "Piranî malbatan dişînin cihê ku zarokên wan jiyana xwe lê ji dest dane. Lê belê li wir jî tam agahiyan nadin wan. Tên vir. Li vir jî kirariyên ku divê di nav saetekê de bên qedandin, heta êvarê didomin. Mînak, cenazeyek ji Çewligê anîn. Li wir nivîs kêm hatiye dayîn. Dozger dubare daxwaza nivîsê kiriye. Ji ber vê malbat hatiye rawestandin. Li van deran perîşan bûne." LI GORISTANA BÊKESAN ZÊDEYÎ 20 CENAZE HENE' Bûlût, dest nîşan kir ku ew agahiyên otopsiyê yên cenazeyên tên bi dest naxin. Bûlût got ku li goristana bêkesan zêdeyî 20 cenaze hene û wiha axivî: "Piştî ku malbatan baş mexdûr dikin, paşê cenazeyên wan didin wan. Li vir hin malbat hene 3-4 rojan disekinin. Gelek malbat dema li cenazeyan dinihêrin tam nizanin ka zarokên wan in an na. Ji ber ku naxwazin cenazeyekî din bibin. Hin cenaze bi şaşî biribûn. Tên definkirin, paşê gor ji nû ve tê vekirin. Ev eziyet e. Beriya 15'ê Tîrmehê dema cenaze dihatin li me digeriyan û agahî didan. Lê piştî hewldana derbeyê êdî agahiyan nadin me. Dozgerî jî tê de tu kes agahiyan nade. Ew dibêjin cesed lê sirf çima em dibêjin cenaze bertekê nîşan didin. Xwestin min jî binçav bikin. Malbat dibêjin heqaret li wan tên kirin."