Tenduristiya Dayika Aştiyê Soylu ya girtî xeter e 2017-07-06 09:14:07 STENBOL – Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Stenbolê Meryem Soylu ya girtî ji ber nexweşînê bi mirinê re rû bi rû ye. Keça Soylu, Emîne Kaya diyar kir ku ji ber şertên girtîgehê nexweşînên dayika wê zêde bûne û xwest dayika wê bê berdan. Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Stenbolê Meryem Soylu di sala 2011’an de bi angaşta “Endama rêxistinê ye” hat girtin û 12 sal ceza lê hat birîn. Dayik Soylu ji roja hat girtin û heta îro bi nexweşînên giran re rû bi rû ye. Ji ber nexweşînên wê rewşa dayik Soylu krîtîk e. Soylu li girtîgehên Êlih, Amed, Sîncan girtî ma û niha jî li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ye. Keça Soylu, Emîne Kaya der barê dayika xwe de agahî dan. Kaya diyar kir ku nexweşiyên dil, tansiyon, bronşit û madeyê bi dayika wê re hene û ji ber şert û mercên girtîgehê her ku diçe rewşa dayika wê xerabtir dibe. 'BI KELEPÇEKIRÎ DERMAN KIRIN’ Kaya da zanîn ku dayika wê gelek caran rakirine nexweşxaneyê, lê rêveberiya girtîgehê agahî nedaye wan û wiha got: “Dayika min di sala 2015’an de ji ber kevirên kîsikê zirav li Nexweşxaneya Farabî ya Daricayê emeliyat bû. Piştî emeliyatê dayika min di jêrzemîna nexweşxaneyê de ragirtin û di nav hewayek bi kam de hiştin. Bi awayekî kelepçekirî hat dermankirin.” 'XWARINÊN WAN LI DAYIKA MIN NAYÊN’ Kaya dest nîşan kir ku ne nexweşxane û ne jî rêveberiya girtîgehê bi awayekî cidî eleqeyê nîşan nadin û bêyî ku agahî bidin bijîşk, polîs li ser serê wê radewstin. Kaya da zanîn ku xwarinên girtîgehê li dayika wê nayên û ji ber van xwarinan dayika wê gelek aciz dibe. ‘MAFÊ WAN DESTESER DIKIN’ Kaya bi bîr xist ku dayika wê 2 sal bi tenê di hucreyek Girtîgeha Sîncanê de girtine û wiha domand: “Dema li Sîncanê bû salê carek tenê çûm hevdîtina wê. Dema diçûm hevdîtinê jî hevdîtina ku saetekê bû dikirin 10 deqîqe. Îşkence li ser îşkenceyê dikirin.” Kaya anî ziman ku li her girtîgeha ku dayika wê lê maye êrîşên zêde li ser girtiyan hebûne û li Girtîgeha Gebzeyê li ser jinên girtî zextên mezin hene û hemû mafên wan ên civakî tên astengkirin. Kaya bang li Wezareta Dadê kir û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin.