Ji bo lêpirsîna Racî Bilîcî biryara bêşopandinê 2017-07-06 09:14:40 AMED - Der barê Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî û rêveberê komeleyê Hasan Yalçin de ji ber ku der barê Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ku demeke dirêj agahî jê nehatin wergirtin daxuyanî dabûn bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriya komarê der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da. Di 384'emîn çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku di 18'ê Hezîrana 2016'an de li Amedê hat lidarxistin de Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî û endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Parêzer Hasan Yalçin li aqûbeta Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ku demeke dirêj agahî jê nehatin wergirtin pirsîbûn. Bi hinceta li aqûbeta Kulter pirsîne der barê Bîlîcî û Yalçin de lêpirsîn hatibû vekirin, lê belê niha der barê vê lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê rêveberên ÎHD'ê yên li aqûbeta Kulter pirsîbûn bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin. Bîlîcî û Yalçin di îfadeyên xwe de ev tawanbarî qebûl nekirin û gotin ku, malbata Kulter ragihandiye ÎHD'ê ku kurê wan winda ye û li ser vê wan jî daxuyanî daye. Parêzvanên mafên mirovan, anî ziman ku piştî malbatê serî li Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê daye, wan jî têkildarî serlêdanan bi Wezareta Karên Navxweyî û saziyên eleqedar re pêwendî danîne û tu fealiyeteke derqanûnî nekirine. Bi hinceta ku di axaftinên parêzvanên mafên mirovan yên li aqûbeta Kulter pirsîn de tu tiştekî ku sûc teşkîl bike tune ye dozger der barê Bîlîcî û Yalçin de biryara neşopandinê da.