Bav Yalavuz: Hem îşkence kirin û hem jî ew girtin, em dozdarê wan in 2017-07-06 10:01:08 AMED - Li navçya Licê leşkeran welatiyê bi navê Mesut Yalavuz îşkence kiribû, piştî bi nîvmirî welatiyan ew rakir nexweşxaneyê, hêj dermankirina wî dewam dikir, hat girtin. Bavê Mesut Yalavuz û apê Osman Yalavuz Halîl Yalavuz aşkera kir ku leşkeran bi dijwarî ew îşkence kirine û wiha got: "Niha jî wan digirin, ya rast em dozdarê wan in." Di 19'ê Hezîranê de li gundê Beşişte ya navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hat destpêkirin, leşkeran bavê 4 zarokan Osman Yalavuz ji piştê ve gulebaran kir û bi giranî birîndar kirin, kurapê wî Mesut Yalavuz jî destê wî kelepçekirin û bi rojan ew li herêmê gerandin. Piştî îşkenceyên dijwar, Yalavuz ji destê leşkeran revî û vê carê hat gulebarankirin û ji zikê xwe bi giranî birîndar bû. Mesut Yalavuz ji hêla welatiyan ve hat dîtin û ew rakirin nexweşxaneyê, hêj tedawiya wî dewam dikir hat girtin. Her çendî Osman Yalavuz ji milê xwe birîndar bû jî leşkeran got "Îmzeya te heye" di 27'ê Hezîranê de ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û bi kurapê wî Mesut Yalavuz ê li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin re hatin girtin û dermankirina wan nîvço hat hiştin. Bavê Mesut Yalavuz Halîl Yalavuz aşkera kir ku rewşa kurê wî û biraziyê wî ne baş e û bertek nîşanî girtina wan da. ‘LEŞKER KETIBÛ ÇEPERÊ’ Roja bûyerê hêj tavê nedabûyê, me dît ku leşkeran dor li baxçe girtine û ketine çeperê û wiha got: "Gazî min kirin û gotin ku 'Hatina me ya li vir ji kesî re nebêje, biçe mala xwe. Em li vir te dişopînin'. Ez jî hatim mal. Kurê min Mesut jî li malê raza bû." Yalavuz aşkera kir ku bi tîrêjên rojê re kurê wî Mesut çûye gel sewalan û wiha axivî: "Leşkeran piştre hemû gundî komkirin û li nasnameyên wan mêze kir. Mesut jî li derveyê gund anîbûn. Di nasnameyê de derket holê ku Mesut qaçaxê leşkeriyê ye. Gotin 'Em ê vî bibin Licê piştî kar û barên fermî serbest berdin'. Me piştre bihîst ku Osman li baxçeyê hatiye gulebarankirin. Piştre bi ambulansê ew rakirin nexweşxaneyê." Yalavuz aşkera kir ku ji bo 'sûc' bi wî bidin qebûlkirin îşkence li zarokên wan kirine û wiha pê de çû: "Li derveyê gund gotin maşîne dişewite û kurê min birin wir. Gelek îşkence li wî kiribûn, dixwestin bêje ku maşî ne wî şewitandiye. Gef xwarin. Kurê min jî got ku min tiştekî wiha nekiriye." GEFA KUŞTINÊ XWARIN Yalavuz destnîşan kir ku kurê wî bi saetan li herêmê gerandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êvarê saet 10-11 e bû fermandarek hat mala me û got kurê we ji destê me reviye. Gefa kuştinê li wî xwaribûn. Wî derfetek dîtibû û ji destê wan revî bû, lê ew gulebarankiribûn. Rixmê wê jî revî bû." Yalavuz got ku leşkran ji wî re gotiye ku "Here kurê xwe bibîne" û ev tişt got: "Me li hemû gundên herêmê li wî digeriya. Me li erdê bi birîndarî dît. Di nava saetekî de me anî nexweşxaneyê. An dê bimira." Yalavuz piştrast kir ku zarokên wa ji cihekî tî tuneyî û bê sûc îşkence li wan kirine û hatine girtin û ev tişt anî ziman: "Hemû gundiyan wekî terorîst dibînin. Ji destê wan bê dê me hemûyan bikin vî halî. Çi sûcê wan hebû? Em ê vê çawa qebûl bikin? Hem li wan xistin û hem jî ew avêtin girtîgehê, ya rast em dozdarên wan in."