Nûnerê PYD'ê yê Moskova Eli: Rûsya me neçarî rejîmê dike 2017-07-06 10:10:50 ENQERE - Nûnerê PYD'ê yê Moskovayê Abd. Salih Elî êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê nirxand û wiha got: "Tirkiye, bi destê Rûsya êrîşî me dike. Rûsya dixwaze me mecbûrî rejîmê bike." Di rojên dawî de Tirkiye bi êrîşên tacîza li dijî Efrînê dixwaze aloziyê derxe û tev li heviyê zêde dike. Hikûmet û Rêveberiya Tirkiye bê navber gefan li Efrînê dixwe û hewl dide Efrînê dagir bike. Tirkiye ku bi hevkariya Rûsya ket Cerablusê û li wir bi cih bû, niha hewl dide bi OSO êrîşî Efrînê bike. Bi taybetî piştî hêzên QSD'ê li Reqqa DAÎŞ'ê têk dibin û Reqqa paqij dikin, Tirkiye diranê xwe li Efrînê tûj dike. DÎPLOMASIYA EFRÎNÊ DIDOME Piştî şer li Sûriye dest pê kir, Kantona Efrînê di milê civakî û leşkerî de xwe bi rêxistin kir û xwe bi hêz kir. Di milê siyasî de xwe bi rêxistin kir. Tirkiye niha Kanona Efrînê kiriye hedefa xwe û dixwaze êrîşî Efrinê bike. Êrîşa li dijî Efrînê dê şer kûr bike û bi xwe re hêjmara kuştiyan zêde bike. Êrîşa li dijî Efrînê dê hêzên navneteweyî jî têxe nava şer. Niha diplomasiya Efrînê pêş dikeve. Heta niha gelek civîn hatin lidarxistin, lê di civîna de daxwaze Tirkiye pêş neket. Bi taybetî ji ber ku Rusya li ser Îdlibê û Efrînê bazarê dike Tirkiye nikare encam bistîne. Di vê pêvajoyaü ku Tirkiye êrîşî Efrînê dike de hevdîtinên 5'emîn Civîna Astana ya ku Îran, Rusya û Tirkiye garantoriya wê dike jî didome. Yek ji mijarên hevdîtinên Astana jî êrîşên li dijî Efrînê ne. Tirkiye ji bo êrîşî Efrinê bike hewl dide Îran û Rûsya îkna bike. Nûnerê PYD'ê yê Moskovayê Abd. Salih Elî, têkildarî hewldan û êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê ji dihaberê re axivî. Elî, ani ziman ku her roj bi rayedarên Rûsya re hevdîtinan dikin û her roj li ser vê micarê dicivin. Elî, anî ziman ku bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rusya Mihail Bogdanov, Nunerê Taybet ê Putin ê Sûriyê Alexander Lavrentive re hevdîtinan dikin û wiha got: "Helwesta Rûsya ya li dijî Efrînê ne zelal e. Rûsya di devkî dibêjin 'Em li dijin ku hêzên biyanî êrîşî Sûriye bikin.' Lê di pratîkê de berê hembêzê ji rejîma Sûriye re vedikin. Ez bawer dikim ku dixwazin rê li pêş êrîşên Tirkiye vekin û me mecbûrî rejîma Esad bikin. Dixwazin Rejîma Sûriye li herêmên kurdan bi cih bikin. Dixwazin hêza rejîmê li herêmên kurdan çalak bikin. RUSYA: KOMÊN ŞER DIKIN GIRÊDAYÎ TIRKIYE NE Elî, bal kişand ser ketina Tirkiye ya Cerablusê û wiha got: "Tirkiye ket Cerablusê û tenê 8 kilometre ket hundir sînor. Lê Rûsya destûr da ku 45 kilometre pêşve biçe. Rusya pir tawîzan dide Tirkiye. Hemû komên li Sûriye şer dikin girêdayî Tirkiye ne. Em dikarin wan bi riya Tirkiye rawestînin. Niha behsa herêmên bê şer dikin. Ji xwe li herêmên me şer tune ye. Rûsya dixwaze me mecbûrî rejîmê bike. Me dixe navbera Tirkiye û rejîma Sûriye. Me bi Tirkiye tehdît dike. Rê li Êrîşên Tirkiye vedike û dixwaze em serdestiya Rejîma Sûrî qebûl bikin. Rûsya di civîna Astana de Xweseriya Çandî pêşniyarî kurdan kir. Ev pêşniyar ji bo me erênî ye lê têr nake. Me gelek bedel dane û em Sûriyeya Demokratîk û Federasyonundana Bakurê Sûriye dixwazin. " Elî bal kişand ser daxuyaniya Berdevkê AKP'ê Kurtulmuş a "Rûsya bi germahî nêzîk dike ku hêza xwe ji Efrînê bikişîne" û wiha got: "Li vê qadê em dibînin ku tevgerek bi vî rengî heye. Ger ku Rûsya têkeve nava hewldanek wisa raste rast dê berê êrîşên Tirkiye bide Efrinê. Di asta em hatinê kurd bi parastina xwe û hêza xwe bawer e. Efrîn dikare xwe ji hemû êrîşan biparêze. Efrîn dê heta dawî xwe biparêze. Dîrok şahidê têkoşîna me ya Kobanê ye. Dê bibe şahidê vê serkeftinê jî. Kenan Kırkaya - dihaber