Ozsoy hişyar kir: Êrîşa Efrînê li dijî hemû kurdan e 2017-07-06 10:21:59 ENQERE – Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku pêkan e Tirkiyê êrîşî Efrînê bike û diyar kir ku ger Tirkiye êrîş bike dê wida bike. Ozsoy destnîşan kir ku êrîşa Efrînê li dijî tevahiya gelê kurd e û xwest kurd li hember vê erîşê bibin yek xelek û yek. Tirkiye piştî Cerablûs û Babê niha jî xwe amade dike ku êrişî Efrînê bike. Piştî sewqiyata leşkerî ya li ser sînorê Efrînê, çend rojin bi topan êrîşî gundên Efrînê dikin. Rayedarên Tirkiyê tînin ziman ku dê li dijî herema Efrînê operasyon di demek nêz de destpê bike. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û Berpirsê Têkiliyên Derve Hişyar Ozsoy êrîşên pêkan ên li dijî Efrînê ji dîhaberê re nirxand. Ozsoy bibîr xist ku amadekariyên Tirkiyê yên li dijî Efrînê ji aliyê berdevkên hikûmetê ve tên ziman. ‘TIRKIYE DÊ TAWÎZ BIDE SÛRIYE Û RUSYA’ Ozsoy anî ziman ku pêwîste du şertên operasyonek bi vî rengî hebe û wiha got: “Heta erêkirinê ji rejîma Sûriyê û Rusya neyê sitendin îhtîmala operasyonê nîne. Tirkiye di pêvajoya Astanayê de jixwe tawîza xwe da. Di hin medyaya nêzî hikûmetê de nûçeyên dê êrîşî Efrînê bikin û leşkerên Rûs vekişiyane derketin. Lê li gorî em dibînin nehatiye vê nokteyê. Lê divê ji bo operasyonê bingehek hebe. Di operasyonê de dê Tirkiye tawîzek çawa bide rejîma Sûriye û Rusya wê rewş zelaltir bibe.” ‘ARMANC TENÊ HIŞTINA EFRÎNÊ YE’ Ozsoy destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze bi vê operasyonê ji bo Îdlîbê korîdorek vebike û wiha domand: “Ji bo vê têkiliyê xurt bike, dixwaze Efrînê bi temamî bi tenê bihêile û îzole bike. Tirkiye bi taybetî naxwaze kurd bibin xwedî maf. Wê her tawîzê bide û xwe ji bo vê operasyonê amade dike. Wê ev bibe em nizanin, lê dê di rojên pêş de bibînin.” ‘EFRÎN NE WEK CERABLÛS Û BABÊ YE’ Ozsoy da zanîn ku Efrîn ne wek Bab û Cerablûsê ye û got: “Cudahiya Efrînê heye. Efrîn ne wek Bab û Cerablûsê ye. Ev heremeka tenê kurd lê dijîn. Ji ber vê yekê jî şerekî hêsan li vir nayê meşandin.” ‘OPERASYONA LI DIJÎ EFRÎNÊ WÊ BANDOR LI REQQAYÊ BIK’ Ozsoy anî ziman ku muhtemela operasyonek li dijî Efrînê dê li ser Reqqayê jî bandor bike û îhtîmal heye ku li dijî operasyonek bi vî rengî dibe ku QSD hin hêza xwe vekişîne Efrînê. Ozsoy diyar kir ku Tirkiye dixwaze peşkê li dihatûya kurdan û statuya wan a li Rojava bixe. ‘DIVÊ GELÊ KURD ÊRÎŞAN LI DIJÎ XWE BIBÎNE’ Ozsoy destnîşan kir ku divê hemû gelê kurd êrîşên li dijî Efrînê wek li dijî xwe bibîne û pêwîste gelê kurd bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî êrîşên li ser Efrînê nerazîbûn nîşan bide. Ozsoy got ku Tirkiye naxwaze kurd li Rojhilata Navîn bibin hêza sereke û dê polîtîkaya Tirkiyê ya êrîşên li dijî Rojava winda bike. Ozsoy gotinên xwe wiha bidawî kir: “Em hêvîdarin dê Tirkiye hişê xwe biguherîne. Dê kurd li hember êrîşên li dijî Efrînê helwesta xwe zelal deynin holê û li dora Efrînê bibin xelek. Ya ku tercîhên xwe zelal bike Tirkiye ye. Ya wê Tirkiye bi kurdan re aştiyê pêk bîne yan jî dê bikeve şerekî ku dê encamê jê negire. Em hêvîdarin ku dê tercîhên şaş neke.” Hayrî Demir - dihaber