Mala wan desteser kirin, serlêdana dozê red kirin, lêçûnên dozê jî ji wan birîn 2017-07-06 10:58:41 AMED - Piştî Lijneya Wezîran û Dadgeha Bilind di bin navê "îstîmlaqa lezgînî" de navçeya Sûrê xesp kir, welatiya ji bo biryar bê betalkirin doz vekir, lê serlêdana wê hat redkirin. Dadgeha Bilind îdia kir ku biryara îstîmlaqa bi lezgîn ne dijî hiqûqê ye, lêçûnên darazê û pereyê parêzeran jî dê ji kesên dozdar bê standin. 6'emîn Dadgeha Bilind û Lijneya Wezîran der barê şûnwarên dîrokî yên li navçeya Sûrê ya Amedê û malên welatiyan de biryara bi lezgîn a îstîmlaqê derxistibû, welatiyê ku mala wî jî ketibû ber biryara îstîmlaqê, serî li dadgehê dabû û xwestibû biryar bê betalkirin. Lê serlêdana wî hat redkirin. Biryara di 21'ê Adara 2016'an de di Rojameya Fermî de hatibû weşandin, li 15 taxên Sûrê, bi giştî 6 hezar 300 parsel ketibûn ber biryara "îstîmlaqa lezgîn". Gulsema Kaşan a ku mala wê ya li taxa Îskender Paşa jî ketibû ber biryara îstîmlaqê û xwestibû biryar bê betalkirin û serî li Wezareta Bajarvanî û Derûdorê dabû û li Dadgeha Bilind doz vekiribû. Lê serlêdana wê hat redkirin. Dozgerê ku li serlêdanê mêze kir û îdia kir ku biryara îstîmlaqê "kêrê cemaweriyê tê" û da zanîn ku biryara Lijneya Wezîran ne li dijî qanûnê ye. 6'emîn Dayreya Dadgeha Bilind jî li dosyayên dozê mêze kir û bi hev re biryara redkirinê dan pêşiya malbatê. Dadgeh bi vê yekê jî têr nebû, hem mala welatiyan destaser kir, serlêdana dozê ya welatiyan red kir û herî dawî biryar da ku lêçûnên dadgehê û parêzeran jî ji malbatê bistîne. Hat gotin ku bi giştî 2 hezar 53 TL lêçûnên dadgeh û parêzeran çê bûye, dê 12 texsîtan ev pere ji dozdar Gulsema Kaşan bê standin."