Bi MOMESE yên dizî herêmê dişopînin 2017-07-06 11:14:30 ÊLIH – Leşkeran bi dizî MOMESE li herema gundên Lîçikê, Newal, Reşikê, Sêkanîka, Mêrîna û Narikiyê yên dikevin sêgoşeya Hezo, Qubîn û Êlihê, bi cih kirin û herêmê dişopînin. Operasyonên leşkerî li çolterên bajar û navçeyên Êlihê didomin. Operasyon bi beşdariya leşker, tîmên taybet û cerdevanan didome. Di çarçoveya operasyonê de MOMESE bi awayeki dizî li gundên herêmê bi cih dikin û herêmê dişopînin. Di çarçoveya operasyonê de li dijî endamên PKK’ê bi drone, balefirên keşfê, helîkoptêr, balefirên F-16 û hemû teknolojiya li pêşketî şer tê meşandin. Leşker demek dirêje bi MOMESE yên veşarî çolterê dişopînin. Kamera bi rengên leşkerî xemilandine û veşartine. Leşkeran kamera bi dizî li çoltarên gundên Lîçikê, Newal, Reşikê, Sêkanîka, Mêrîna û Narikiyê û derdora van gundan yên sêgoşeya navçeyên Qûbîn û Hezo û Êlihê bi cih kirin. Leşker bi van kamerayan heremê dişopînin. Di dîmenek gihîşt ber destê me de li vê heremê gelek kamera hatine bicihkirin û derdorê dişopînin. HEFTEYEK BERHÊ BI CIH KIRIN Çavkaniyên heremî diyar kirin ku leşseran hefteyek e kamera li herêmê bi cih kirin û herêmê dişopînin. Welatiyan, anîn ziman ku naxwazin bi kamerayan bên şopandin û xwestin kamera demildest bên rakirin. Beriya niha jî li Licê, çiyayê Qerejdaxê û gelek deverên din kamera hatibûn bicihkirin. Welatiyan pişti kamera dîtibûn deşîfre kiribûn.