Jin bi daxwaza hevpar a Edaletê ketin rê 2017-07-06 11:17:44 KOCAELÎ – Jin, ji destpêka Meşa Edaletê heta niha di meşê de cihê xwe digirin. Jin di meşê de daxwazên xwe yên Edaletê tînin ziman û meşa xwe didomînin. Jin hem ji bo hemû zarok û jinên rastî neheqî û zilmê tên, hem jî ji bo Nuriye Gulmen û Figen Yuksekdag dimeşin. Meşa Edaletê ku ji Enqere ber bi Stenbolê ve dest pê kir, di roja 22’an de didome. Li Tirkiye herî zêde jin rastî zilm, neheqî û bê edaletiyê tên. Ji ber vê yekê ji destêka meşê heta niha jin di meşê de cihê xwe digirin û ji Meşa Edaletê qut nabin. Jinên ku tev li meşê dibin, diyar kirin ku ji bo mafê xwe yê yê rewa biparêzin û li dijî zilm, neheqî û bê edaletiyê dimeşin. Ji kal û pîran heta ciwanan bi dowîzê "Edalet" dimeşin. Jinên endamên KESK'ê yên bi KHK'ê ji ka hatin avêtin û gelek jinên din jî di meşê de cih digirin. Jinên di meşê de cih digirin di her kêliya meşê de daxwaziyên xwetînin ziman û balê dikişînin ser Edaletê. Yeter Şiret (40) ku di meşê de cih digire, "Êm hatine asta ku em nasnameya xwe veşêrin. Em hatine asta ku li gorî daxwaza îktidarê bifikirin û li gorî daxwaza iktîdarê cilan li xwe bikin. Em wekî jin û mirov êdi xwe vedişêrin. Ji ber vê yekê ev meş erênî bû. Me bi vê meşê cesaret girt û marol girt." Nurcan Kuşçu (35), jî anî ziman ku hem ji bo sewalan hem jî ji bo zarokan dimeşe û wiha got "Tundiye li ser jinan her ku diçe mezin dibe. Tacîz û îstîsmara li ser jinê zêde dibe. Ji ber vê yekê dimeşim û ez dê bimeşim." Kuşçu, anî ziman ku her diçe jin di malê de tên hepiskirin û wiha got: "Mirov ji kar tên avêtin. Ji ber em jinin em rastî hemû neheqiyan tên. Ez dixwazim hemû tundiya zayendî bi dawî bibe. Ez ji bo jinên rastî tacîz û îstîsmarê tên dimeşim. Ji bo jinên ketine grevê û jinên ji kar hatine avêtin dimeşim." Karkera Şaredariyê Dilek Agirkaya (52) jî anî ziman ku ji ber keda wê tê xwarin dimeşe û Edaletê dixwaze. Agirkaya, anî ziman ku bi tevlêbûna meşê pir kêfxweş e" Ayşegul Çagli Erdem (52), ani ziman ku ji bo parastina mafê xwe dimeşe. Endama Jinên Halkevcî Cemile Gultepe, jî xwest kesên tacîz û îstîsmarê dikin bilezgîn bên darizandin û cezakirin. Gultepe, anî ziman ku ji bo azadiya xwe dimeşin. Gultepe, bal kişand ser çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça wiha got: "Ez ji bo Gulmen û Ozakça jî dimeşim. Dîsa ez ji bo Figen Yuksekdag dimeşim. Neşe Okur, Filolog Nurcan Saygılı (55) Aborînas Zubeyde Yalçın (32) derdorparêz Sinem Aksoy (35) jî diyar kirin ku ji bo mafê ziman, abori, xweza, sewal û mafê jiyanê dimeşin û li Edaletê digerin.