ÎHD: Bila parêzvanên mafên mirovan bên berdan 2017-07-06 11:41:10 STENBOL - Şaxa ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser binçavkirina 11 parêzvanên mafên mirovan ên li Buyukadayê hatin binçavkirin û xwest serbest bên berdan. Duh di serdagirtinên li Buyukadayê de 11 endamên parêzvanên mafên mirovan hatibûn binçavkirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxuyaniyekî binçav kirin şermezar kir û xwest serbest bên berdan. Di daxyaniyê de hat diyarkirin ku 11 kes dema tev li bernameya "Ewlehiya parastina mafên mirovan" bûne, bi hincetên wekî "îxbar heye" hemû bi komî hatine binçavkirin û ev tişt hat gotin: "Ev kes parêzvamên mafên mirovan e, berdevkên girîng ên rêxistinên mafên mirovan e, ji hêla kê/î ve îxbar hatiye kirin nayê zanîn, binçavkirina wan li dijî demokrasiyê ye. Beyî ku agahiyê bidin malbatên wan, ev kes hatine binçavkirin û haya parêzeran jî ji vê yekê nehatiye xistin û ev jî fikarên me zêde dikin." Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku dê dawiya vê yekê biçe ku nayê zanîn û wiha hat gotin: "Ev bûyer di roja qetilkirina parêzvamê mafên mirovan Vedat Aydin de pêk hatiye, ev yek jî xetereyên li dijî mafên mirovan dê çawa bi pêş bikeve, radixe ber çavan. Lê em ê rê nedin vê yekê! Ev xebatan berî hefteyan amadekariya wê hatiye kirin û haya her kesî bi vê yekê heye. Kesên wekî Nalan Erkem a ji Komeleya Hemwelatiyan, ji Koalîsyona Jinan Îlknur Ustun, Dîrektora Tirkiyeyê ya Efûya Navneteweyî Îdîl Eser, endamê Lijneya Rêveberiyê yê Tirkiyeyê yê Efûya Navneteweyî Velî Aci, ji Komleya Mafên Mirovan Gunal Kurşun, ji Komeleya Mafên Wekheviyê Nejat Taştan, ji Komeleya Hemwelatiyan Ozlem Dalkiran, aktivîstê berê yê Mazlum Derê Şeyhmus Ozbeklî û moderator Alî Garawî divê demildest serbest bên berdan. Parêzvanên mafên mirovan nikarin bên bêdengkirin."