Leşkerê li Elbakê birîndar bû mir 2017-07-06 11:44:19 WAN – Li navçeya Elbakê dema maşîneya leşkerî derbas dibû teqîn pêk hatibû û piştre bi roketan hatibû gulebarankirin. Ji leşkerên birîndar yek jê mir. Roja 3'yê Tîrmehê di navbera Qereqola Cendirmeyan a Bableşîn û Guzeldereyê de teqînek pêk hatibû û maşîneya zirî bi roketan hatibû derbkirin. Di êrîşê de hin leşker birîndar bûbûn û ew rakiribûnn Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Hat gotin ji 2 leşkerên birîndar Çawûşê Pispor Emrah Ceylan miriye. Piştî teqînê êrîşa bi roketî jî pêk hatibû û demek kurd li herêmê pevçûn qewimî bû.