Rêveberên HDP û DBP hatin binçavkirin 2017-07-06 11:49:32 WAN – Li navçeyên Payîzava, Seray û Tuşba yên Wanê di serdegirtina malan de 9 rêveberên HDP û DBP hatin binçavkirin. Li navçe û bajarê Wanê di hefteyekê de bi piranî rêveberên HDP û DBP’ê 91 kes hatin binçavkirin. Li navçeyên Payîzava, Seray û Tûşba yên Wanê polîsan bi ser gelek malan de girt û 9 rêveberên HDP û DBP binçav kirin. Li Payîzava rêveberên HDP’ê Sînem Malal, Nurettîn Çalli, Muslum Yucel, Ahmet Înceer û li Tûşbayê jî rêveberê DBP’a Tuşbayê Abdurrahman Olgun hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina 5 rêveberên HDP û DBP nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. LI SARAYÊ 4 SIYASETMEDAR BINÇAV KIRIN Li navçeya Serayê jî di serdegirtina malan de endamê meclîsa DBP Aydin Acar, rêveberên DBP’a Serayê Mehmet Salîh Şahîn, Mehmet Bora û rêveberê HDP’a Serayê Ahmet Dînler hatin binçavkirin. 4 siyasetmedar birin Midûriyeta Polîsan a Serayê. DI HEFTEYEKÎ DE 91 KES BINÇAV KIRIN Di hefteya dawî de li navenda Wanê û navçeyên wê praniya wan rêveberên DHP û DBP’ê 91 kes hatin binçavkirin.