Kemalîzade: Komxebata neteweyî dê bibe rêya çareseriyê 2017-07-06 12:05:11 HEWLER - Alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade yê di heyeta bilind ya KNK’ê ya amadekariya kongreya yekîtiya kurdan de cih digire, li ser armanca xebat, plan û projeyên wan yên ji bo yekîtiya netewî diyar kir, ew dixwazin bi vê komxebatê çareseriyê ji pirsgirêkên gelê Kurd li çar parçeyan jiyan dikin re peyda bikin û partiyên Kurd jî di warê fikir de nêzî hev bikin. Alîkarê hevserokên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalîzade di hevpeyvîna taybet a ROJNEWS de bal kişand ser armanca hevdîtinên şandeya KNK’ê ya li gel partî û rêxistinên çar parçeyên Kurdistanê, encamên ku ji van hevdîtinan derketiye, rola komxebata netewî ya Kurd di çareserkirina pirsgirêka Kurd li çar parçeyan de kir. Kemalzade, anî ziman ku wan li Başûrê Kurdistanê serdana hemû partiyên Kurd, yên berçav ku tên nasîn kir û wiha got: "Me serdana hindek aliyên hêza xwe kêmin lê, di warê meşandina xebatên netewî de xwedî bîr û bawerîne jî kir. Me serdana hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî kir. Li rovajayê Kurdistanê jî nûnerên KNK’ê xebateke mezin dane destpêkirin û serdana yek bi yek partiyan dikin. Beşek ji partiyên Bakurê Kurdistanê hatin ji bo dîtina me û me li wir jî xebat li gel wan daye destpêkirin û berdewame. Me di heman çarçoveyê de serdana rewşenbîr û gelek kesayetên xwedî bandorin jî kiriye. Me di van serdanan de wana vexwand komxebateke neteweyî ku em plan dikin di 15-16’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê lidarbixin. Wê di civînê de partî û hêzên ku beşdar dibin projeyên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku Kurd niha dijın pêşkêş bikin. " Kemalzade, anî ziman ku wan li gel hemû partî û hêzên siyasî 2 saet hevdîtin pêk anîn û wih axivî: "Me fikrên xwe yên di derbarê yekîtiya netewî de û pêwîstiyên wê de li gel wan parve kir û ji wana re got, divê êdî Kurd ji hev fêm bikin. Hemû partî û hêzên ku me serdana wan kir diyar kirin ku wê beşdarê komxebata netewî bibin û projeyên xwe pêşkêş bikin. Tev jî erênî nêzî vê xebatên bûn da ku em jî kom bibin û behsa jiyan, xak û daxwazên xwe yên netewî bikin û hevdengiyek di vî alî de çêbikin. Di rojên pêşde wê vexwandinname bigihije destê hemû partiyan. Eger partiyek ji ber hindek sedemên cûda nekare beşdar bibe ev tişteke dine lê, em li bendêne ku hemû partî beşdar bibin. " Kemalzede da zanîn ku li hemû parçeyên Kurdistanê pirsgirêk hene û wiha berdewam kir: "Pirsgirêkên partiyên hemû parçeyên Kurdistanê jî heye. Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd rû be rûyê êrîş û şereke mezin e. Li Bakurê Kurdistanê jî şer heye û cih û warên wê yên dîrokî tên wêrankirin. Li Rojhilatê Kurdistanê gelê me ji bo peydakirina pariyekî nan kolberiyê dike û rejîma Îranê jî êrîşê dike ser û wana şehîd dixe. Li Başûrê Kurdistanê jî qeyran hene. Di vê demê de em dibêjin eger em bên gel hev, dibe ku rêyeke çareseriyê ji bo pirsgirêkan peyda bikin. Me ji ber van qeyranane pêwîst dît ku hewl bidin komxebateke wisa pêkbînin. Emê ji bo çareserkirina pirsgirêkan komîteyên cûr be cûr saz bikin. Mafê diyarkirina çarenûsa xwe mafekî xwezayî, mirovî û qanûniye. Mafê her gelekiye û bi taybet jî mafê gelê Kurde ku çarenûsa xwe diyar bike. Em jî dibêjin ku gelê me dikarin biryara çarenûsa xwe bidin. Lê, divê şert û merc jî ji vêya re guncavbin da ku bikarin di vî karî de serkeftî bin. Kemalzade, bal kişand ser qeyranên gelê Başûrê Kurdistanê û wiha lê zêde kir: "Difikirin ku ji bo referandûmê biçine ser sindoqan. Piştî vê komxebata netewî, demek dimîne ji referandûmê re. Dibe ku ev bikare hêsankariyek ji bo referandûmê çêbike, da ku gel bikare biyara xwe ya di vê derbarê de bide û beşên din yên Kurdistanê jî hevkarî li gel wan bikin. Bêguman wê di vê komxebatê de jî ev mijar were guftûgokirin. Kongreya netewî dikare partî û hêzan nêzîkê hev bike.” Kemalzade, herî dawî bal kişand ser girîngiya koxxebate û wiha bi dawi kir: "Em dixwazin bi vê pêngavê hêviyek bidin gelê Kurd. Eger em her wisa bêdeng bimînin, kes nayê pirsgirêkên me çareser nake. Em li bendêne ku encamên baş derkevin û em ne bêhêvîne. Divê partî jî bizanin ku em, ev sed sale dibin zilm û zorê de ne. Niha Rojhilata Navîn di guhertinê re derbas dibe. Eger em hêza xwe nîşana cîhanê bidin, wê me hildin dîqetê. Hêza me jî zehf e. Gerîla, şervan û pêşmerge îro li qadên bexwedanêne û gelê me jî li çar parçeyên Kurdistanê bendewariyên wan hene. Hêvîdarim ku di vê civînê de em bikarin tiştek bidest bixin û yekıtıiya gelê Kurd jî baştir bibe û bê hêvitiya niha heye jî derbas bibe. Her wisa divê yên rêveberiya gelê Kurd dikin jî guh bidin daxwazên gel. Ji ber ku bêyî piştiriya gel em nikarin qet tiştek bikin. "