Dadgehê cara ewil xwest Demîrtaş bê dozê 2017-07-06 12:37:03 ENQERE – Dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş cara ewil sibê li 35'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê derkeve pêşberî dozgeriyê. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP9 Selahattîn Demîrtaş di 4'ê Mijdara 2016'an de hatibû girtin û bi rêya SEGBÎS'ê tev li dozê bûbû, dê cara ewil bê rûniştina dozê. Rûniştin dê sibê li 35'emîn Dadgaha Cezayê Asliyeyê bê dîtin, hat gotin ku dadgehê baryar daye ku Demîrtaş beşdarî rûniştinê bibe, di vê der barê de rêveberên HDP'ê jî hatine agahdarkirin. Li gorî agahiyên ku hatine girtin; parêzerên Demîrtaş jî bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û Wezîrê Edaletê re ketine têkiliyê û xwestine Demîrtaş bînin dadgehê.