HDP'ê tecrîda li Îmraliyê ji Binalî Yildirim pirsî 2017-07-06 12:48:44 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin anî rojeva meclîsê û xwest Serokwezîr Binalî Yildirim sedema vê tecrîdê û hiqûqa li Îmraliyê bibersivîne. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin anî rojeva meclîsê. Yildirim, ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim pêkanîn û tecrîda li Îmraliyê tê meşandin bibersivîne pirsname da Bînalî. Yildirim di pirsnameyê de diyar kir ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin û birin Îmraliyê, Girtigeha Îmraliyê li gorî nivisa di 27'ê Sibata 1999'an a Rojnameya Fermî, bi teblîgata Wezareta Parastinê Grava Îmraliyê û herêma asta duyemîn a bejayi, deryayî u hewayî wekî qada qedexe hatiye îlankirin. Yildirim, da zanîn ku bi vê nivisa fermî hemû erk û rayeya Girtîgeha Îmraliyê ji Destê Wezareta Dadê hat derxistin û dewrî Navenda Rêveberiya Krizê ya Girdêyai Buroya Îrtîbata Krîzê ya Îskeleya Mudanya hat kirin. Yildirim, anî ziman Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku divê her dem girêdayi Wezareta Dadê be, bi Rêziknameya Navenda Kirîzê ya Serokwezîrtiyê bi Lijneya Ewlehiya Neteweyi ve hatiye giredan. Yildirim, anî ziman ku di sala 2009’an de bi guhertinekê dîsa Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Wezareta Dadê ve hatiye giredan û di vê pêvajoyê de girtîgehek din hatiye avakirin. Yildirim, destnîşan kir ku li vê Girîgeha nû 6 hucreyên yek kesî yên hewşa wan yek û 3 hucreyên yek kesî ku hewşa wan yek a Tîpa F hatiye avakirin. Yildirim, da zanni ku pişti vê guhertinê 5 girtiyên din şandin Îmraliyê û di tîpa F a Îmraliyê de hatin girtin. Yildirim, anî ziman ku ji 5 kesan Nasrullah Kuran û Çetin Arkaş bêyî agahî bidin parêzeran di 28'ê Kanûna 2015'an de ji Îmraliyê sewqî Silivriyê kirine û li Sîlîvrî hevdîtina wan û parêzeran hatiye qedexekirin. Yildirim, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin rastî hilbijartinên meclîsê, hilbijartinên herêmî, hilbijartina serokomariyê hatiye û ev tecrîd hêj didome. Yildirim, destnîşan kir ku şertên tecrida li ser Ocalan her ku diçe kûr dibe. Yildirim, bibîrxist ku ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçim Îmraliyê û ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha malbat nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan re heditin bikin. Yildirim di pêşniyarnameyê de ev pirs pirsîn: “* Hikûmeta we diyar dike ku Komara Tirkiye dewleta hiqûqê ye. Her gav di qada neteweyî û navneteweyî de diyar dike. Ger ku wisa be, her girtî û hikumxwar divê xwedi heman maf bin. Ev bi awayekî vekirî û aşkere di qanûnan de jî diyare. Lê Abdullah Ocalan ji van mafan bê par e. Çima Ocalan bê par e? * Rol û mîsyona Ocalan a di siyaseta kurd de ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Ocalan bûye nasnameyek civakî. Di qada navneteweyî de jî wisa tê zanîn. Ji bo ku Birêz Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê bê derxistin û ji statuya taybet bê derxistin li gorî normên hiqûqa gerdûnî û navneteweyî bê darizandin, tu xebatên we hene? Tu planên hikûmeta we yên wisa hene? * Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha û malbat jî 11'ê Îlana 2016'an heta niha bi hincetên muxalefeta hewa, keştiya xerabe hevdîtin tê astengkirin. Ji bilî van hincetên ku nayê qebûl kirin sedema esil çiye? * Li gel ku parêzer û malbatan bi dehan caran serlêdan kirin çima serlêdana parêzer û malbatan a bi Birêz Ocalan re tê asteng kirin? * Her girtî û hikumxwar xwedî mafin, lê Birêz Abdullah Ocalan ji van mafên xwe bêparin û tê cezakirin. Çima? * Sedema tecrida girankirî ya li dijî pîvan û rêgezên hiqûqa gerdunî çiye? Li gorî kijan hiqûqê ev tecrîd pêş dikeve. Hikûmeta ku îdîa dike Komara Tirkiye dewleta hiqûqê ye. vê yekê li gorî kijan mandiq û hiqûqê dixe meriyetê.? * Greva Îmraliyê ji aliyê kêve û kijan zagon û statuyê ve tê rêvebirin? "