Jin ji cihê Pippa lê hat kuştin tev li Meşa Edaletê bûn 2017-07-06 13:26:32 KOCAELÎ - 78 saziyên jinan, bi silogana "Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" ji qada ku akîvista aştiyê Pippa lê hat kuştin tev li Meşa Edaletê bûn. Jinên tev li meşê bûn ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadî xwestin. Meşa Edaletê di roja 22'an de berdewam dike. Tevlêbûn ameşê roj bi roj zêde dibe. Meş bi silogna “Heq, hiqûq edalet" berdewam dike. Îro 78 saziyên jinan jî tev li meşê bûn. 78 saziyên jinan, bi silogana "Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" ji qada ku akîvista aştiyê Pippa lê hat kuştin tev li Meşa Edaletê bûn. Nûnerên TJA, EŞİTİZ, Jinên Halkevcî Meclisa Jinan a HDP'ê, Lotus, Piştevaniya Jinê, Komeleya Jiyanê" Jinên ODP'î, Jinên Ser Ruyê Erdê jî di navde 78 saziyên jinan amade bûn. Jin bi silogana “Ne Edaleta Mêr, Ji bo Edaleta Rastin em jî tev li meşê dibin" tev li meşê bûn. Jinan piştî daxuyani dan tev li meşê bûn. ‘PIŞTÎ PÎPPA BACCA 300 JIN HATIN QATILKIRIN' Li ser navê jinên tev li meşê bûn, Endama Karkerên Malê yên Îmece Ayten Yilmaz, bal kişand ser girîngiya qada meşê û wiha got: "Pippa Bacca ji bo edalet û aştiyê ketibû rê li vir hatibu kuştin. Ger ku rêberekî partiyek maxalif ketibe rêyan û li Edahetê digere wê demê li wî welatî edalet nemaye. Meclîs qediya ye. Em bi silogana "Ne edaleta mêr, edaleta rastin dixwazin" ketin rê. Piştî Pippa 300 jin hatin kuştin. Jin rastî tecawizê hatin. EM JI BO FîGEN DIMEŞIN Endama TJA'yê Nafise Akdemîr, ji ani ziman ku ew ji bo Hevseroka GişTî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag dimeşin û wiha got: "Li Tirkiye herî zêde jin tên eciqandin. Selahattin Demirtaş vîna me ye. Em li dijî bê edaletiyê dimeşin. Me bi hevre ev ax rizgar kiriye. Saddam Huseyin ji sedî 95 deng girtibu. Lê têk çû. Saddam Huseyin jî bi Kuran-ı Kerim’ propaganda dikir. Ew herî dawî hat darvekirin. EM JI BO AZADIYA OCALAN DIMEŞIN Akdemîr, anî ziman ku ew ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîda Îmraliyê dimeşin û wiha got: "Em ji bo azadiya Ocalan dimeşin. Ocalan rêberê Gele Kurd e. Rêberê ku ciwan tev wî nas dike ye. Mifteya çareseriyê Ocalan e."