Axaftina bi kurdî wekî 'zimanê nayê zanîn' hatin qeydkirin 2017-07-06 13:55:51 RIHA - Doza Serêkaniyê ya ku 2 polîs lê hatibûn kuştin û bûbû sedema qedandina pêvajoya çareseriyê, dozgerê 4'emîn jî hat gohertin. Dozgerê 5'emîn ji bo mutaalayê dem xwest, ji dozê tahliye derneket û doz taloqê 4'ê Tebaxê kirin. Gotinên herî dawî bi kurdî hatin gotin jî wekî "Zimanê nayê zanîn" derbasî qeydan bû. Di 22'yê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsên bi navê Feyyaz Yumuşak û Okan Acar hatibûn kuştin, kuştina polîsan hincet hatibû nişandan û pêvajoya çareseriyê ji hêla dewletê ve hatibû xirakirin. Doza li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê dihat dîtin, 6'emîn rûniştina wê hat dîtin. Doza ku berê 4 dozgerên wê hatin guhertin, dozgerê ku dê mutaala bida hat guhertin. Rûniştina ku 9 kes tên darizandin de, 4 kesên girtî yên bi navê Mehmet Nacî Yilmaz, Sedat Aydin û Huseyîn Aydin bi rêya SEGBÎS'ê li girtîgehê tev li dozê bûn, Hasan Aydinê li Girtîgeha Rihayê tê girtin jî tev li dozê nebû. Rêvberên ÎHD û HDP'a Serêkaniyê û malbatên girtiyan jî tev li dozê bûn. Welatiyên girtî yên gotinên wanên dawî hatin girtin, Sedat Aydin bi kurdî got ku "Tiştekê ez bêjim tune". Mehmet Navî Aydin û Huseyîn Aydin jî bi kurdî gotin ku tiştekî ew bêjin tune. Axaftinên welatiyan wekî "Zimanê nayê zanîn" derbasî girtekan bû. Ji ber ku dozgerê dozê hatibû guhertin, dozgerê nû jî dem xwest. Dadgehê biryara berdewa dozê da û doz taloqî 4'ê Tebaxê kir.