Kampanyaya bila ‘Şirnex wekî bajar bîmîne' 2017-07-06 14:05:01 ŞIRNEX - Welatiyên şirnexî naxwazin Şirnex ji statuya bajarvaniyê bê derxistin, li ser derabeyên dikanên xwe pankartên "Bila Şirnex wek bajar bimîne" daliqandin û kampanya dan destpêkirin. Di 14'ê Adara 2016'an de li Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 8 mehan dewam kiribû. Di vê demê de sedî 70 bajar ji hêla dewletê ve hat rûxandin, piştre hat xwestin ku Şirnexê ji statuya bajêr bê derxistin. Welatiyan bertek nîşanê vê yekê da û dest bi kampanyayê da. Welatiyan li ser derabeyên dikanên xwe "Bila Şirnex wekî bajar bimîne" kampanya dn destpêkirin.