Hawirdorparêzên Artvînî jî tev li Meşa Edaletê bûn 2017-07-06 14:05:28 KOCAELÎ – Meşa Edaletê di roja 22'an de didome. Hawirdorparêzên Artvînî jî tev li Meşa Edaletê bûn. Meşa Edaletê ku ji Enqere dest pê kir û ber bi Stenbolê ve diçe di roja 22'an de bi tevlêbûna sazî û rêxistinên cuda didobe. Endamên Komeleya Hawîrdorê ya Artvînê jî tev li Meşa Edaletê bûn. Hawîrdorparêzan bi pankarta “Ji Cerattepeyê re Edalet” û bi tîşortên “Ji madenê re na” li xwe kirin û beşdarî nav refên meşê bûn. Hawîrdorparêz di derbarê mijara Wezareta Bajarvanî û Derûdorê ji bo Herêma Zozanên Kafasorê ya Cerattepeyê ya Artvînê ji madenê re bê vekirin, bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin pêk anîn. 'REZÎLÎ’ Parêzerê doza Cerattepeyê Bedrettîn Kalin biryarê wek “rezîlî” nirxand û got ku dadgeha bilind tenê bi peyva “red” biryar daye. Kalin di berdewamiya axaftina de biryarê rexne kir û got ku wan carek din dît li vî welatî edalet tune ye û dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 'JI BO HEMÛ ZINDIYAN’ Seroka Komeleya Hawîrdorê ya Artvînê Nur Neşe Karahan jî da zanîn ku dadgeha bilind bi înkarkirina xwe vê biryarê daye û têkoşîna Cerattepeyê têkoşîna jiyanê ya gelê Artvînê ye. Karahan destnîşan kir ku heta ew Cerattepeyê bi dest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em ji bo hemû zindiyan tev li meşê bûn. Em mafdarin em ê biserbikevin. Wekî din tu şansê me tune ye.”