Karîkatûrîst Galîp Tekîn jiyana xwe ji dest da 2017-07-06 14:21:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Karîkatûrîstê navdar Galîp Tekîn jiyana xwe ji dest da, hat gotin ku Tekîn di mala xwe ya li Arnavutkoyê mirî hatiye dîtin. Karîkatûrîst Galîp Tekîn ê demek dirêj di kovara qerfî Girgirê de karîkatûr xêz dikirin, jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku cenazeyê Tekîn li mala wî ya li Arnavutkoyê ya Stenbolê hatiye dîtin. Hevrêyê Tekîn karîkatûrîstê bi navê Selçuk Erdem ev tişt got: "Ez gelekî xemgîn im, yek jî hostayê me Galîp Tekîn jiyana xwe ji dest da." Tekîn demek dirêj di kovara qerfê ya Girgirê de wêne xêzkiribû. Tekîn di 20'ê Nîsana 1958'an de li Konyayê ji dayik bûbû, di hunera xwe de fantastîk û badeka zanyarî (bîlîm kurgu) derdixist pêş.