ÎHD: Bila hikûmet li gorî danezanê tevbigere 2017-07-06 14:46:33 ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê binçavkirina parêzvanê mafê mirovan şermezar kir û wiha bang li hikûmetê kir: “Li gorî Danezana Parastina Parêzvanên Mafê Mirovan tevbigere.” Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, li avahiya komeleya xwe bi boneya binçavkirina parêzvanê mafê mirovan ên li Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin civîna çapemeniyê li dar dixst. Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Denîz Bayrak bibîr xist ku divê Tirkiye li gorî Danezana Parastina Parêzvanê Mafê Mirovan tevbigere û ahengiyê bi madeyê vê danezanê re çê bike û wiha got: Mafê herkesî heye ku mafê mirovan biparêze. Parêzvanê mafê mirovan jî hem mafê civak û hem jî mafê xwe diparêz in. Di vê mijarê de Yekîtiya Ewropayê jî ‘rêberê rêgezan e.’ Hikûmetan bi bêlgeyên cur bi cûr parêzvanê mafê mirovan nas kirine, parastine û hêsankirina xebatan dane ser milê xwe. Binçavkirina parêzvanên mafê mirovan binpêkirina azadiya kesan e. Dide nîşandan ne di bin ewlehiyê de ne.” ‘NE JI RÊZÊ YE’ Bayrak da zanîn ku binçavkirina van parêzvanan ne ji rêzê ye û vê binçavkirinê wek revandina parêzvanan nirxand. Bayrak diyar kir ku ew bi tundî binçavkirina parêzvanan şermezar dikin û xwest demildest serbest bên berdan.