Daxwaza girtina polîsê bersûc ê Elvan hat redkirin 2017-07-06 14:48:41 STENBOL – 2'emîn rûniştina doza kuştina Berkin Elvan, li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dadgehê daxwaza girtina polîsê bersûc Fatih Dalgali red kir. Dadgehê doz taloqî 16'ê mijdarê kir. Di serhildanên Parka Gezî de Berkin Elvan bi guleya bombeyên gazê ya polîsan birîndar bûbû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 2'emîn rûniştina doza kuştina Berkin Elvan li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de polîsê li Midûriya Polîsan a Wanê peywirê dike Fatih Dalgali li Wanê bi riya SEGBİS'ê tev li dozê bû. Malbat û parêzerên Elvan jî li salonê amade bûn. Dîsa Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Garo Paylan, parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, Serokê Partiya Piştevanî û Azadîparêz (ODP) Alper Taş, Dayikên Aştiyê, Piştevaniya Taksimê Platforma Malbatên Şehiêden Gezî û malbatên SOMA tev li rûniştina dozê bûn. Beriya rûniştinê dayika Elvan Gulsüm Elvan ji ser hişe xwe çû. Piştî demekê hat ser hişê xwe dîsa anîn salonê. Piştî xwendina nasnameyan polîsê şahid Bakır Artug weki şahid hat guhdarkirin. Artug, “ Parêzerê Elvan Can Atalay, xwest hin bûyerên şolî ronî bibe û bersivên wî bên berisandin. Prz. Can Atalay, xwest polis bê girtin û girtî bê darizandin. Bavê Berkin Elvan Sami Elvan jî anî ziman ku wî ji Haci Bayramoglu re gotiye wî teslîmî wîcdanê wî dike û xwest nakokiyên di doz û lêpirsînê de bên ronîkirn. Heyeta dadgehê daxwaza prz a girtina polîs red kir û doz taloqî 16'ê midarê kir.