Hunermend dê tev li mîhrîcana gel bibin 2017-07-06 15:37:38 STENBOL - Hunermendên wekî Ferhat Tunç, Koma Munzur, Bariş Atay û Mikaîl Aslan, diyar kirin ku qeyûn naveroka Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê vala kiriye û ev tişt hat gotin: "Em ê tev li mîhrîcana gel bibin." Tê payîn ku dê îsal 17'emîn car Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê bê lidarbixin, hunermendên wekî Ferhat Tunç, Koma Munzur, Bariş Atay û Mikaîl Aslan û hwd. li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stanbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em tev li mîhrîcana qeyûm nabin, em ê tev li mîhrîcana gel dibin" li pişt xwe daliqandin. Hunermend Kîbar Aslan daxuyanî xwend û diyar kir ku bi OHAL'ê re Dersim ji çand û xwezayê tê dûrxistin û wiha got: "Mîhrîcan hewldana gelekî ya xwedî derketina çand, bawerî û xwezayê ye." Aslan bal kişand ser mîhrîcana ku dê qeyûm li dar bixe û ev bang ji bo hunermendan kir: "Em ê destûrê nedin naveroka mîhrîcanê bê valakirin. Divê ew hunermendên ku qeyûm bangî wan kiriye, vê biryarê li ber çavan re derbas bikin û em dixwazin hunermend di vî warî de serwext bin." Aslan herî dawî aşkera kir ku ew dê tev li mîhrîcana qeyûm nebin, ew dê tev li mîhrîcana gel bibin.