Demîrtaş dê bînin Amedê 2017-07-06 15:45:08 AMED – Doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a bi hinceta “Heqaret li serokomar kiriye” hat hatibû vekirin, hat gotin ku dê li Amedê bê dîtin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di 9’ê Îlana 2015’an de li Amedê axaftinek kiribû û bi îdiaya “Heqaret li serokomar kiriye” doz lê hatibû vekirin û ji salekî heta 4 salan jê re ceza tê xwestin. Daneşîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê xwest li dadgehê îfadeyê bide, bi SEGBÎS’ê tev li dozê nebû. Parêzerê Demîrtaş di dozê de amade bûn. Parêzerê Demîrtaş, Mahsunî Karaman mafê axaftinê girt û xwest di rûniştina din a dozê de Demîrtaş bînin dadgehê. Piştî biryara navberê dadgehê biryar da ku daneşîna bê Demîrtaş di dozê de amade be. Bi boneya kêmasî di dosyeyê de heye, dadger doz taloqî meha Mijdarê kir.