Li Dersimê 12 xwendekar hatin binçavkirin 2016-12-08 14:37:59 COLEMÊRG/DERSIM - Polîsan li Dersimê bi ser weregeh û malên xwendekaran de girtin herî kêm 12 xwendekar hatin binçavkirin. Li Geverê jî 5 xebatkarên şaredariyê hatin berdan. Li Dersîmê polîsan bi ser waregeh û malên xwendekarên Zanîngeha Munzurê de girtin. Polîsên ku bi weregeh û malên xwendekaran de girtin wesayîtên ranger, dupişk û TOMA'yan ve hatin. Hate hînbûn ku operasyon li dijî xwendekarên ku girtina Hevserokên Giştê yên HDP'ê şermezar kirine pêk hatiye û herî kêm 12 xwendekar hatine binçavkirin. Hate hinbûn ku di lîsteya polîsan de hin xwendekarên din ên ku bin çav bikin jî hene. Xwendekarên ku hatin binçavkirin birin Emniyeta DErsimê. Li navçeya Geverê 5 xebatkarên şaredariyê yên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê kesên bi navê Acil Bor, Metin Îke, Cafer Gurdal, Mehmet Atak û Hamit Çoruh ên di serdegirtina li dijî şaredarî û malên xebatkarên şaredariyê de hatibûn binçavkirin piştî karên emniyetê danê êvarê serbest hatin berdan. Hevşaredar Adile Kozay û 11 kesên di heman serdegirtinê de hatibûn binçavkirin jî hêj di Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê de di bin çavan de ne.