Li Korxolê leşkerek birîndar bû 2017-07-06 15:51:56 ÇEWLIK – Li çoltera navçeya Korxola Çewlikê li dijî leşkerên ku derketin operasyonê teqîn pêk hat û leşkerek birîndar bû. Leşkeran li çoltera gundê Gokçedali ya Korxola Çewlikê derketin operasyonê, li dijî wan teqîn pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de herî kêm leşkerek birîndar bû. Der barê rewşa leşkerê birîndar de agahî nehatin bidestxistin.