Di doza rojnameger Turay de kes tahliye nebû 2017-07-06 16:26:09 MÊRDÎN – Di nav de ku nûçegihanê DÎHA’yê Abdulkadîr Turay jî heye 9 kes di rûniştina 2’emîn de derketin pêşbêr dadger û kes nehat tahliyekirin. Li navçeya Stewra Mêrdînê di 9’ê gulana 2016’an de di nav de ku nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK hat girtin Abdulkadîr Turay û 8 kesên din bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kirine” û “Endamê rêxistinê ne” hatibûn girtin. 2’emîn rûniştina doza rojnameger Turay, Alîkarê Hevşaredarên Stewrê Osman Ok, endamên DBP’ê Mehmet Saît Tuncer, Yusuf Erat û Şakir Turan û her wiha Davut Tekîn, Hamdullah Oz, Nacî Arslan û Yalçin Bulgan hat dîtin. Doz li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin û di dozê de Turay û 8 kesê din, malbatên girtiyan û parêzer amade bûn. ÎDAYAN RED KIRIN Ewil Alîkarê Hevşaredar Osman Ok parastina xwe kir û got ku îfadeyên li ser wî hatine dayîn bi rastiyê re tu eleqeya wê nîne û hemû sûcên avêtine ser red kir. Nacî Aslan jî îddiayên avêtine ser wî qebûl nekir û tahliyeya xwe xwest. Nûçegihanê DÎHA’yê Abdulkadîr Turay û 6 kesê din ji ber ku di doza derbasbûy de parastina xwe kiribûn parastina xwe nekirin. Gulseren Yeşîlyaprak a ku di rûniştinê de wek delîl hat guhdarkirin jî diyar kir ku ew ji gundê Turay e û tu têkiliya Turay bi rêxistinê re nîne. Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê navberek kurt da dozê. Piştî navberê heyete bi hinceta “Gumana revê” Turay û 8 kesên din tahliye nekir. Rûniştina dozê taloqî 28’ê îlonê hat kirin.